DI ŞERÊ NAVBERA ÎRAN Û ÎSRAÎLÊ DE ÊRÎŞÊN HEVDÛYÎ DÎSA ZÊDE BÛN
Piştî êrîşên mûşekî yên Îranê li ser Îsraîlê, tengezariya leşkerî ya di navbera her du welatan de dîsa bilind bû. Tevî agirbesta ku di meha Nîsanê de hate ragihandin, berdewamiyên operasyonên leşkerî xofa berfirehbûna pevçûnan zêde kir.
Piştî ku Îranê êvara Yekşemê gelek mûşek ber bi axa Îsraîlê ve avêtin, artêşa Îsraîlê ragihand ku sibê Duşemê jî êrîşên nû yên mûşekan ji aliyê Îranê ve hatine kirin. Li Qudsê dengê sirenên hişyariyê hat bihîstin û çend teqîn hatin ragihandin. Pergalên parastina hewayî ya Îsraîlê ketin dewrê û hin mûşek li hewayê hatin hilweşandin. Li gorî agahiyên destpêkê, tu kes ne kuştî û ne jî birîndar bû.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku di şevê de li herêmên rojavayî û navendî yên Îranê êrîşên hewayî li dijî armancên leşkerî pêk anîne. Hat diyarkirin ku ev operasyon wek bersivek li hember êrîşên mûşekî yên Îranê hatine kirin.
Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê ragihand ku bingehên hewayî yên Nevatim û Tel Nof li Îsraîlê hatine armanc kirin. Li gorî daxuyaniyê, ev operasyon bersivek li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên radarê yên Îranê bû.
Pasdarên Şoreşê herwiha gotin ku ji bo hemû senaryoyan amadene û dikarin di hewceyê de operasyonên leşkerî yên berfireh pêk bînin.
Piştî êrîşên Îranê, li meydana Enghelab a Tehranê alîgirên hikûmetê civiyan û çalakiyên piştgiriyê pêk anîn.
Di aliyekî din de, Pasdarên Şoreşê ragihand ku hin karargahên rêxistinên li Herêma Kurdistanê hatine armanc kirin. Ajansa fermî ya IRNA detayên zêdetir belav nekir, lê hat diyarkirin ku Tahran ji destpêka şer ve operasyonên xwe li dijî rêxistinên Kurdên Rojhilatê berdewam dike.
Di heman demê de hat ragihandin ku tesîsên Şirketa Petrokîmya Karun li bajarê Mahşehrê yê başûrrojavayê Îranê di êrîşek Îsraîlî de zirar dîtine. Berpirsyarên herêmî gotin ku hin beşên tesîsan hatine xera kirin.
Ji ber rewşa ewlehiyê, hikûmeta Îsraîlê ragihand ku hemû saziyên perwerdehiyê yên welêtê dê roja Duşemê girtî bimînin.
Sözcûyê artêşa Îsraîlê, Tugeneral Effie Defrin, got ku Îran dixwaze bi êrîşên rasterast dengek nû li herêmê biafirîne û ragihand ku operasyonên li dijî Hizbullahê dê berfirehtir bibin.
Di navbera van pêşveçûnan de, hat ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu re telefonî axivîye. Li gorî raporan, di vê axaftinê de geşedana tengezariyê û hewildanên dîplomatîk hatine nîqaşkirin.
Share this content:



Post Comment