PAK: KARARGAHA ME YA LI HEWLÊRÊ BI DRON HATE ARMANC KIRIN

PAK: KARARGAHA ME YA LI HEWLÊRÊ BI DRON HATE ARMANC KIRIN

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku yek ji karargahên wê yên li Hewlêrê bi balafira bêmirov (dron) hate armanc kirin. Berpirsyarên partiyê gotin ku di encama êrîşê de zirarên mezin ên maddî çêbûne.

Endamê Desteya Rêvebir a PAK û Berpirsyarê Têkiliyên Derve Edib Halidiyan di daxuyaniyekê de got ku êrîş di saet 07:56’an de bi drona Şahid-136 ya çêkirina Îranê hate kirin.

Wî diyar kir ku karargaha Çemşarê ya nêzîkî navçeya Daraşekran hate armanc kirin. Li gorî Halidiyan, di encama êrîşê de li avahiyê zirarên mezin derketin holê, lê tu kes ne kuştî û ne jî birîndar bû.

Di heman rojê de li sînorên navçeya Bicil ya girêdayî qezaya Akrê ya Dihokê jî hewldanek din a êrîşa bi dronê hate astengkirin. Berpirsyaran ragihand ku du dron ji aliyê balafirên şer ve li hewayê hatin hilweşandin û perçeyên wan li derdora gundên Guzar û Zîravok ketin.

Tevî agirbesta ku di 8’ê Nîsanê de di navbera Dewletên Yekbûyî û Îranê de hate ragihandin, êrîşên Îranê yên li dijî partî û hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê berdewam in. Li gorî agahiyan, tenê di meha borî de li kamp û mevzîyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê 21 êrîşên bi dron û mûşekan hatine kirin.

Share this content:

Post Comment