WEZARETA KARÊN NAVXWE YA HERÊMA KURDISTANÊ LI DIJÎ ENTEGRASYONA ŞENGALÊ, BICIHANÎNA PEYMANNAMEYA 9’Ê COTMEHÊ XWEST

WEZARETA KARÊN NAVXWE YA HERÊMA KURDISTANÊ LI DIJÎ ENTEGRASYONA ŞENGALÊ, BICIHANÎNA PEYMANNAMEYA 9’Ê COTMEHÊ XWEST

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê li dijî gavên ku ji bo tevlêkirina hêzên YBŞ û YJŞ di pergala ewlehiyê ya Hikûmeta Federal a Iraqê de li Şengalê tên avêtin, nerazîbûna xwe nîşan da û bang kir ku Peymannameya 9’ê Cotmeha 2020’an bê bicihanîn. Daxuyaniya wezaretê nîqaşên derbarê paşeroja hêzên parastinê yên gelê Êzidî de ji nû ve anî rojevê.

Di 26’ê Cotmeha 2026’an de, li Şengalê merasîmek bi beşdariya şervanên YBŞ-YJŞ û berpirsiyarên Hikûmeta Federal a Iraqê hate lidarxistin. Di merasîmê de hate ragihandin ku 4 hezar û 165 endamên YBŞ-YJŞ dê di pergala ewlehiyê ya federal de bên tevlêkirin.

Gelê Êzidî ev gav bi erênî pêşwazî kir. Êzidiyan kêfxweşiya xwe ji naskirina hêzên parastinê yên Şengalê ji aliyê dewleta Iraqê ve anî ziman û diyar kir ku divê mafên Êzidiyan di qonaxên pêş de di Destûra Bingehîn a Iraqê de bên naskirin.

Lê Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniya xwe ya dereng ê şeva borî de, daxwaz kir ku vegerin Peymannameya 9’ê Cotmeha 2020’an, ku bi hevkariya PDK, dewleta Tirk û serokwezîrê wê demê yê Iraqê, Mustafa Kazimî, di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de hatibû îmzekirin.

Di wê peymannameyê de, li gorî nêrîna ku Êzidî divê xwediyê hêzên parastinê yên xwe nebin, fesihkirina hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê, ku di dema fermanê de ji bo parastina gel hatibûn avakirin, hatibû rojevê. Gelê Êzidî vê peymannameyê wekî gaveke ku dikare rê li ber hewldaneke nû ya qirkirinê veke nirxand û ji ber ku îrade û daxwazên wan li ber çavan negirtibû, red kir.

Di daxuyaniya dawî ya wezaretê de hate gotin ku divê hemû peymanên derbarê Şengalê de bi berçavgirtina îrade û daxwazên gelê herêmê bên kirin. Lê di daxuyaniyê de ev rastî nehat destnîşankirin ku endamên YBŞ û YJŞ ji Êzidiyên ku li Şengalê dijîn pêk tên.

Gavên entegrasyonê yên li Şengalê û bangewaziya ji nû ve bicihanîna Peymannameya 9’ê Cotmehê, nîqaşên derbarê ewlehiya Êzidiyan, mafê temsîlkirinê û paşeroja hêzên parastinê yên wan ji nû ve anîn rojevê.

Share this content:

Post Comment