NAMEYA LÎGEYA MAFÊN MIROVAN A ARJANTÎNÊ JI BO ÖNDER APO JI FIDH’Ê RE
Lîgeya Mafên Mirovan a Arjantînê bi nameyekê ji Federasyona Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH), ku ew endamê wê ye, xwest ku di daxwaza azadiya fîzîkî ya Önder Apo de israr bike û di pêvajoya aştiyê de rola garantoriyê bigire ser xwe.
Lîgeya Mafên Mirovan a Arjantînê, ku di sala 1937’an de hatiye damezrandin û di warê dadwerî û mafên mirovan de xwedî dîrokeke kûr e, di nameya xwe ya ji FIDH’ê re de bal kişand ser girîngiya azadiya Abdullah Öcalan û rewşa girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê.
‘DIVÊ DI DAXWAZA AZADIYÊ DE ISRAR BÊ KIRIN’
Di nameya Lîgeya Mafên Mirovan a Arjantînê de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji aliyê dewleta Tirk ve ev 27 sal in di girtîgehê de tê ragirtin, ku beşeke mezin a vê demê di hucreyên takekesî de derbas kiriye û di bin cezayê zindanê yê giran ê heta hetayê de ye. Di nameyê de hate destnîşankirin ku dixwazin Öcalanê 77 salî ji mafê hêviyê jî bê mehrûm kirin.
Di nameyê de hate bîranîn ku FIDH’ê berê gelek caran vê mijarê anîbû rojevê, Abdullah Öcalan wekî girtiyekî siyasî nas kiribû û daxwaza azadiya wî kiribû. Her wiha bal hate kişandin ser wê yekê ku şert û mercên siyasî yên diguherin dikarin derfetên nû ji bo aştiyê biafirînin. Hate gotin ku ev derfet dikarin ji bo gelê Kurd û gelên din ên herêmê encamên erênî bi xwe re bînin. Girîngiya pêşketinên ku dikarin rê li ber azadkirina Öcalan û hezaran girtiyên siyasî yên din ên di girtîgehên Tirkiyeyê de vekin, hate tekez kirin.
Di nameyê de hate gotin ku rapor hene ku sedemên hêvîdarbûnê pêşkêş dikin. Ji ber vê yekê, hate destnîşankirin ku divê piştgirî û hevgirtin bidome û di daxwazên azadiyê de israr bê kirin. Her wiha hate gotin ku FIDH, bi saya prestîja xwe ya navneteweyî, dikare alîkariyeke girîng bike da ku li herêmê aştiyeke dadmend pêk were û di danûstandinan de rola garantoriyê bilîze.
‘EM HEVGIRTINA XWE BI GELÊ KURD RE DIDOMÎNIN’
Di nameya Lîgeya Mafên Mirovan a Arjantînê de hate gotin ku ev saziye di tevahiya dîroka xwe de pabendiya xwe ya ji bo girtiyên siyasî û gel nîşan daye û gelek endamên wê ji ber xebatên parastina mafên mirovan hatine kuştin.
Hate gotin ku Lîge di gelek mijaran de, wekî dîktatoriya Spanyayê, Şerê Viyetnamê, Şoreşa Kubayê, dozên dadgehê yên derbarê dîktatoriya Arjantînê de, rewşa Filistînê û têkoşîna xweseriya rojavayê Saharayê, roleke çalak lîstiye. Her wiha hate tekez kirin ku ev saziye ji demeke dirêj ve bi gelê Kurd re di hevgirtinê de ye.
Di dawiya nameyê de hate ragihandin ku Nora Podesta, Hector Trajtemberg û Alejandro Avots li ser navê Lîgeyê silavên xwe ji gelê Kurd re şandine û pabendiya xwe ya ji bo azadiya Önder Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd dubare kirine.
Share this content:



Post Comment