PARTÎYÊN EREB JI OPOZÎSYONA ÎSRAÎLÊ RE PEYAMA HEVKARIYÊ LI DIJÎ NETANYAHUYÊ ŞANDIN
Li Îsraîlê dema ku jimartina dengên hilbijartinên giştî ji sedî 98,6 qediyaye, Lîsteya Ereb a Hevbeş, ku 12 kursî bi dest xistiye, ragihand ku ew amade ye ji bo bidawîkirina hikûmeta Binyamîn Netanyahu û avakirina hikûmeteke alternatîf bi partiyên opozîsyonê re hevkariyeke siyasî bike.
Komîsyona Hilbijartinên Navendî ya Îsraîlê ragihand ku jimartina dengên ji sedî 98,6 ê sindoqan hatiye qedandin. Ev rêje jimartina dengên di zarfa duqatî de nake, ku dengên leşkeran û yên hilbijêran ên li derveyî sindoqa ku ew lê qeydkirî ne, dihewîne.
Heta niha 5 milyon û 168 hezar û 955 dengên derbasdar hatine jimartin, lê 22 hezar û 957 deng bêderbasdar hatine hesibandin. Tê payîn ku piştî jimartina dengên di zarfa duqatî de tabloya dawî ya hilbijartinan zelal bibe.
TU BLOK NIKARE BI TENÊ HIKÛMETÊ BIDE AVAKIRIN
Li gorî encamên demkî, bloka di bin serokatiya Binyamîn Netanyahu de 53 kursî, lê bloka di bin pêşengiya Gadi Eisenkot de 48 kursî bi dest xistine. Hejmara giştî ya kursiyên partiyên Ereb gihîştiye 19.
Partiya Likud bi 26 kursiyan di rêza yekem de ye, lê Partiya Yashar! ya Eisenkot 21 kursî bi dest xistiye. Lîsteya Ereb a Hevbeş û partiya Yachad her yek 12 kursî, Partiya Demokrat jî 8 kursî bi dest xistine.
Partiyên Yekîtiya Cihûyên Tewratê, Yisrael Beiteinu, Şas, Otzma Yehudit û Ra’am her yek 7 kursî bi dest xistine. Hevbendiya Sîyonîzma Olî-Zehut jî bi 6 kursiyan maye.
POLÎSÊ DELÎLÊN PIŞTGIRÎ DIDIN ÎDIAYÊN NETANYAHUYÊ NE DÎTIN
Polîsa Îsraîlê bersiva daxuyaniyên Likudê da ku partiyên Ereb bi “dizîna” hilbijartinan sûcdar dikir. Polîsê ragihand ku di roja hilbijartinan de hejmareke sînordar ji bûyerên neasayî yên girêdayî îdiayên binpêkirinê çêbûne, lê encamên lêkolînan îdiayên sextekariya hilbijartinan piştgirî nakin.
Di daxuyaniya polîsê de hate gotin: “Tu encameke lêkolînê an agahiyeke îstîxbaratê tune ku piştgirî bide van îdîayan.” Çavkaniyên polîsê her wiha diyar kirin ku hejmara bûyerên girêdayî rêkûpêkiya pêvajoya dengdanê, li gorî hilbijartina berê, nêzîkî ji sedî 40 kêm bûye.
Ev daxuyanî piştî wê hat ku Likudê ragihandibû belge û şahidiyên bi sedan dane desthilatdaran û îdia kiribû ku li hin sindoqên li niştecîgehên Ereb sextekari pêk hatiye.
LÎSTEYA EREB A HEVBEŞ AMADE YE BI OPOZÎSYONÊ RE HEVKARIYÊ BIKE
Lîsteya Ereb a Hevbeş êşama çarşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku ew ji bo bidawîkirina hikûmeta Netanyahu amade ye bi partiyên opozîsyonê re hevkariyê bike.
Li gorî encamên demkî, lîste di parlamentoyê de bûye yek ji hêzên siyasî yên herî mezin û ragihand ku ji bo avakirina hikûmeteke alternatîf amade ye hevkariyeke siyasî bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku hilbijêran girîngiya vê qonaxa siyasî fam kirine û bi awayekî berfireh beşdarî dengdanê bûne. Di heman demê de, polîtîkayên hikûmeta Netanyahu wekî “nijadperest” hatin binavkirin.
Lê belê, piraniya partiyên opozîsyonê yên ku hilbijêrên wan bi piranî Cihû ne, ji bo avakirina koalîsyonekê bi Lîsteya Ereb re nêzîkatiyeke dûr digirin.
Heta niha tu blokekê nikariye piraniya 61 kursiyan, ku ji bo avakirina hikûmetê li Îsraîlê pêwîst e, bi dest bixe. Jimartina dengên di zarfa duqatî de û hevkariyên siyasî yên gengaz ên di navbera partiyan de dê di avakirina hikûmeta nû de roleke diyarker bilîzin.
Share this content:



Post Comment