ÎDÎAYA ÎŞKENCEYA LI NÊZÎKÎ 700 GIRTIYAN LI GIRTÎGEHA QIZILHISARÊ
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Qizilhisarê ya li bajarê Kerecê yê Îranê, nêzîkî 700 girtiyên ku li dijî kêmasiyên di peydakirina hewcedariyên bingehîn û kêmbûna xizmetan de nerazîbûna xwe nîşan dane, rastî êrîş û îşkenceya cerdevanan hatine.
Malpera bi navê Dengê Girtiyên Kurd û Îranî derbarê rewşa girtiyan li Girtîgeha Qizilhisarê de agahî parve kir.
Di nûçeyê de hat gotin ku nêzîkî 700 girtiyan ji ber kêmasiyên di peydakirina hewcedariyên bingehîn û nebûna xizmetên têrker nerazîbûna xwe nîşan dane.
Hat ragihandin ku cerdevanan, li gorî fermana rêveberê girtîgehê Elakerem Azizi, bi êrîşê bersiva nerazîbûna girtiyan dane û li wan îşkence kirine.
Share this content:



Post Comment