BANGA NAVNETEWEYÎ JI ENCAMNA KONSEYA EWROPAYÊ RE JI BO MAFÊ HÊVIYÊ: DIVÊ BIRYAREKE CONKRET BÊ DAYÎN

BANGA NAVNETEWEYÎ JI ENCAMNA KONSEYA EWROPAYÊ RE JI BO MAFÊ HÊVIYÊ: DIVÊ BIRYAREKE CONKRET BÊ DAYÎN

Ji bo pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û beşdariya wî ya di Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk de di şert û mercên azad de, xebatên navneteweyî ketine qonaxeke nû. Bi nameyekê ku 620 kes ji 29 welatên cîhanê piştgirî dane, bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin ku Tirkiye biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk bîne û ji bo pêkanîna mafê hêviyê gavên konkret bavêje.

Name di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Azadî ji Abdullah Öcalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re” de ji serokatiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hate şandin. Name berî civîna mafên mirovan a Komîteyê ku dê di navbera 1 û 3’ê Kanûna 2026’an de pêk were, hate amadekirin. Organîzatorên kampanyayê ragihandin ku name ne tenê di asta navendî de, lê ji welatên ku îmzekar lê dijîn jî bi awayên cuda ji Konseya Ewropayê re hatiye şandin. Tê plan kirin ku heta civîna Kanûnê bi nûnerên daîmî yên welatên endam ên Konseya Ewropayê re hevdîtin bên kirin.

SIYASETMEDAR, AKADEMÎSYEN Û PARÊZVANÊN MAFÊN MIROVAN JI 29 WELATAN

Li gorî agahiyên ku organîzatorên kampanyayê parve kirine, 620 kes ji 29 welatan piştgirî dane nameyê. Di nav îmzekaran de 58 nûnerên hilbijartî hene. Di vê xebatê de her wiha kesên ku bi 30 partiyên siyasî ve girêdayî ne, 90 rêxistinên civaka sivîl û 16 sendîka cih digirin.

Siyasetmedar, akademîsyen, hiqûqnas, endamên sendîkayan, nûnerên rêxistinên jinan û parêzvanên mafên mirovan ji welatên wekî Avusturya, Almanya, Îtalya, Fransa, Belçîka, Danîmarka, Norwêc, Swêd, Swîsre, Spanya, Kanada, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û welatên din piştgirî dane bangê.

Di nav îmzekaran de xwediyê Xelata Nobelê ya Fîzîkê ya sala 2022’an Anton Zeilinger, fîlozof Slavoj Žižek, endama Parlamentoya Ewropayê Özlem Alev Demirel, ji Îtalyayê Nicola Fratoianni û Maurizio Acerbo, ji Norwêcê Bjørnar Moxnes, ji Swîsreyê Carlo Sommaruga, ji Swêdê Kadir Kasırga û nûnera EH Bildu ya ji Welatê Baskan Mertxe Aizpurua hene.

Di lîsteyê de gelek parlamenterên berê û yên heyî, endamên meclîsên şaredariyan, hiqûqnas, akademîsyen, nûnerên sendîkayan û kesên ku di çalakiyên piştgiriya saziyên Kurdî de cih digirin jî hene.

“PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYA AŞTIYÊ GIRÎNG E”

Nameya ku ji serokatiya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye amadekirin, bi sernavê “Pêkanîna mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê girîng e” hatiye pêşkêşkirin.

Di destpêka nameyê de, pêkanîna biryara DMME’yê ya derbarê Rêber Apo de û bicihanîna erkên Tirkiyeyê di çarçoveya koma dozên Gurban de hatiye xwestin. Di nameyê de wiha hatiye gotin:

“Em li ser navê kampanyaya navneteweyî ya ‘Azadî ji Abdullah Öcalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dikin ku pêkanîna mafê hêviyê ji aliyê Tirkiyeyê ve, li gorî biryara Öcalan/Tirkiye (No. 2) û biryarên girêdayî yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di koma dozên Gurban de, misoger bike.

Kampanyaya me ya navneteweyî, ku di 9’ê Cotmeha 2024’an de bi beşdariya tevgerên civakî, sendîkayan, xwediyên Xelata Nobelê, hiqûqnas, akademîsyen, rêxistinên ciwanan û jinan, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên hilbijartî û kesên din dest pê kir, daxwaza azadkirina Abdullah Öcalan ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê dubare dike.”

“DIVÊ DERFETA BEŞDARIYA AKTÎF A ABDULLAH ÖCALAN DI PÊVAJOYÊ DE BÊ AFIRANDIN”

Di nameyê de hate tekez kirin ku pêkanîna mafê hêviyê ne tenê mijareke hiqûqî ya kesane ye, lê ji bo Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku didome jî girîngiyeke bingehîn heye.

Di nameyê de bal kişand ser rola Rêber Apo di pêvajoya danûstandinan de û hate gotin ku divê şert û mercên azad ji bo têkilî û xebata wî bên afirandin. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Ev ji bo piştgirîkirina bicihanîna erkên Tirkiyeyê wekî dewleteke endama Konseya Ewropayê û pêşxistina Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye destpêkirin, demeke girîng e.

Pêkanîna mafê hêviyê gaveke hiqûqî ya bingehîn e ku divê bê avêtin da ku rejîma tecrîda giran a ku 27 sal in li ser Abdullah Öcalan hatiye ferzkirin bi dawî bibe û ew bikaribe wekî serekê danûstandinan bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.”

Di nameyê de hate destnîşankirin ku pêkanîna mafê hêviyê ji bo diyarkirina statûya hiqûqî ya Rêber Apo jî pêşîtiyeke girîng e.

“CIVÎNA KANÛNÊ DERFETEKE DÎROKÎ YE”

Di nameyê de bal kişand ser girîngiya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya di Kanûnê de û ji Konseyê hate xwestin ku prensîbên xwe yên mafên mirovan û serweriya hiqûqê veguherîne biryarên konkret.

Di nameyê de wiha hatiye gotin:

“Civîna Komîteya Wezîran a ku dê di Kanûna 2026’an de pêk were, derfetek girîng pêşkêş dike ku pabendbûna bi serweriya hiqûqê, demokrasiyê û mafên mirovan bi gavên konkret careke din bê nîşandan.

Biryareke bihêz ku piştgirî dide pêkanîna mafê hêviyê, dê alîkariya Tirkiyeyê bike ku ji astengiyên heyî yên di van mijarên bingehîn de derbas bibe û di heman demê de dê piştgiriya navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd nîşan bide.”

Îmzekaran got ku divê Konseya Ewropayê tenê bi şopandina pêkanîna biryaran re sînordar nemîne, lê ji bo bicihanîna erkên Tirkiyeyê mekanîzmayên bandorker jî bixe meriyetê.

BAL KİŞAND LI SER BANDORA BANGA 27’Ê SIBATÊ

Di nameyê de hate gotin ku Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo di 27’ê Sibata 2025’an de kir, li Tirkiyeyê û herêmê bandorên girîng çêkirine.

Hate gotin ku bangê alîkariya kêmkirina pevçûnan kiriye û derfetên diyaloga demokratîk ji nû ve zindî kirine. Di nameyê de wiha hate nirxandin:

“Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku Abdullah Öcalan di 27’ê Sibata 2025’an de ragihand, li Tirkiyeyê û herêma berfireh de bandorên girîng çêkir. Ev bang alîkariya kêmkirina tundûtûjiyê kir û piştî çend dehsalên pevçûnan, hêviyên ji bo diyaloga demokratîk û jiyana hevbeş a bi aştiyane ji nû ve zindî kir.

Lê ji bo ku ev hêvî bibin rastî, pêwîstiya guhertinên girîng ên navxweyî û piştgiriya civaka navneteweyî ji her demê zêdetir heye.”

“GAVÊN HIQÛQÎ BIRYARÊN DMME’YÊ NAPÊKÎNÎN”

Di nameyê de hate îdiakirin ku tevî pêşketinên hiqûqî yên dawî li Tirkiyeyê, mafên bingehîn û têkiliyên Rêber Apo bi cîhana derve re bi awayekî giran tên sînordarkirin.

Hate gotin ku rêzikên hiqûqî yên nû pêdiviyên demokratîkbûnê napêkînin. Di nameyê de wiha hatiye gotin:

“Tevî pêşketinên hiqûqî yên dawî, Abdullah Öcalan di şert û mercên ku mafên wî yên bingehîn û têkiliyên wî bi cîhana derve re bi awayekî giran sînordar dikin de girtiye.

Her çend hin reformên hiqûqî hatine kirin jî, ew ji bo demokratîkbûneke rastîn têrê nakin û pêkanîna biryarên DMME’yê misoger nakin.

Ya herî girîng, ev rêzik statûya hiqûqî û şert û mercên xebata serekê danûstandinan ê pêvajoya aştiyê çareser nakin. Ev mijar ji bo serkeftina her pêvajoyeke aştiyê ya domdar, pir girîng tê hesibandin.”

“BİRYARA SALA 2014’AN DIVÊ BI TEMAMÎ BÊ PÊKANÎN”

DMME di biryara xwe ya 18’ê Adara 2014’an de, di doza Öcalan/Tirkiye (No. 2) de, cezayê girtîgeha heta hetayê ya girankirî bêyî ihtîmala berdanê û bêyî mekanîzmayeke ji bo vekolîna ceza, li dijî xala 3’yem a Peymana Ewropayê ya Mafên Mirovan dîtibû.

Doza Abdullah Öcalan di çarçoveya koma dozên Gurban de, ku biryarên binpêkirinên bi heman rengî tê de hene, di bin çavdêriya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye.

Di nameyê de pêkanîna tam a biryara sala 2014’an hate xwestin û wiha bang hate kirin:

“Ji ber vê yekê, em bang li Komîteya Wezîran dikin ku pêkanîna tam a biryara DMME’yê ya sala 2014’an di doza Abdullah Öcalan de misoger bike, mafê hêviyê nas bike û pêk bîne.

Ev gaveke yekemîn û pêwîst e ji bo çareserkirina statûya hiqûqî ya Abdullah Öcalan û dabînkirina derfetê ku ew bikaribe bi awayekî watedar beşdarî çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd bibe.”

“KONSEYA EWROPAYÊ DIVÊ PRENSÎBÊN XWE BIKIN ÇALAKIYÊN CONKRET”

Di beşa dawî ya nameyê de bal kişand ser berpirsiyariya Konseya Ewropayê di warê demokratîkbûn û mafên mirovan de. Îmzekaran xwestin ku di civîna Kanûnê de biryareke zelal û bandorker bê dayîn.

Name bi van gotinan diqede:

“Konseya Ewropayê di derbarê piştgiriya yek ji dewletên xwe yên endam de ji bo pêşveçûna demokratîkbûneke rastîn, li hember derfetekê dîrokî ye. Em ji we dixwazin ku di civîna Kanûnê de biryareke zelal û bandorker bidin û prensîbên Konseyê veguherînin kiryarê.

Her wiha em bang dikin ku şert û mercên tam, azad û bê tu sînordarkirinê ji bo azadkirina Abdullah Öcalan û beşdariya wî ya watedar di pêvajoya aştiyê ya didome de bên dabînkirin.”

Share this content:

Post Comment