ADALET KAYA: JI BO RAKIRINA NEYASAYÎTIYÊN PÊWÎST E KU GARANTÎYÊN HIQÛQÎ Û GAVÊN ŞEFFAF BÊN AVAKIRIN

ADALET KAYA: JI BO RAKIRINA NEYASAYÎTIYÊN PÊWÎST E KU GARANTÎYÊN HIQÛQÎ Û GAVÊN ŞEFFAF BÊN AVAKIRIN

Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di derbarê pêvajoya aşitî û çareseriya demokratîk de axivî û got ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîst e garantiyên hiqûqî bêne çêkirin û gavên konkret ku bersivê didin hêviyên civakê bêne avêtin.

Kaya diyar kir ku piştî Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” ya ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Abdullah Öcalan ve hate kirin, tevî niyeta bêçekbûnê ya Tevgera Azadiya Kurd ku hate nîşandan, hêj jî hukûmetê gavekî konkret neavêtiye û ev rewş di nav civakê de pirsgirêk û pirsan zêde kiriye.

Wê got ku di civîn û serdanên ku li nav gel dikin de, heman pirs tên pirsîn û gel li ser pêşeroja pêvajoyê xemgîn e. Li gorî Kaya, aştiya mayînde tenê bi hesabên siyasî nayê avakirin, belkî bi lihevhatin û diyaloga civakî pêk tê.

Kaya herwiha bal kişand ser derengmayîna gavên hiqûqî û demokratîk û got ku Tirkiye hewcedarê qonaxeke nû ya demokratîkbûn û çareseriyê ye. Wê got ku şert û mercên herêmî, hevsengiyên siyaseta hundirîn û zextên li ser muxalefetê jî bandorê neyînî li ser pêvajoyê dikin.

Bi gotina Kaya, îradeya civakê ji bo aştiyê hêzdar e, lê belavbûna neyîniyan û derengketina gavên konkret dibe sedema zêdebûna pirsan di raya giştî de. Wê got ku gel dixwaze ku hemû gav bi garantiyên qanûnî bêne piştgirîkirin.

Kaya bal kişand ser pêşniyara “qanûnên hucreya bingehîn” ku ji aliyê Abdullah Öcalan ve hatiye gotin û diyar kir ku maf û azadiyên ku hemû beşên civakê digirin nav xwe divê bibin mijara sereke. Wê got ku ji bo çareseriya mayînde pêwîst e çarçoveyeke hiqûqî ya fireh bê avakirin.

Wê herwiha got ku vekirina kanalên ragihandinê yên li Îmraliyê ji bo pêşveçûna baştir a pêvajoyê girîng e. Li gorî wê, şertên ragihandina azad a agahiyan dê hem baweriyê xurt bike û hem jî rê li ber spekulasyonan bigire.

Di dawiya axaftina xwe de Kaya got ku “mafê hêviyê” yek ji daxwazên bingehîn ên hiqûqa gerdûnî ye û pêvajoyê divê li ser bingehek demokratîk û sazûmanî were danîn da ku aştiya civakî bihêztir bibe.

Share this content:

Post Comment