SELVÎ: RÊXISTINA YASAYÎ YA PÊVAJÊ BERÎ KU MECLÎS BIÇE BETALÊ DÊ WERE QEDANDIN

SELVÎ: RÊXISTINA YASAYÎ YA PÊVAJÊ BERÎ KU MECLÎS BIÇE BETALÊ DÊ WERE QEDANDIN

Nivîskarê rojnameya Hürriyetê Abdulkadir Selvî got ku rêxistina yasayî ya ji bo pêvajoya danîna çekan û vegera endamên PKK’ê ji çiyayan hatiye amadekirin, berî ku Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê bikeve betlaneya havînê dê were pejirandin.

Selvî di gotara xwe ya îroyîn de nivîsand ku xebatên li Meclîsê gihîştine qonaxa dawî û got: “Berî ku Meclîs bikeve betlaneyê, vê havînê rêxistina yasayî ya li ser tasfiyeya PKK’ê dê ji Meclîsê derbas bibe. Ez dikarim vê bi rehetiyê bibêjim.”

Wî diyar kir ku Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin piştî têkiliyên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, bi Serokkomar Recep Tayyip Erdoğan, heyeta Îmraliyê û Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re civiyan pêk aniye.

Li gorî gotara wî, Îbrahîm Kalin piştî civîna bi Erdoğan re bi heyeta Îmraliyê re jî civiya û di 16’ê Tîrmehê de serdana Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş kir. Selvî got ku Kurtulmuş ji bo piştgirîkirina rêxistina yasayî ya tê amadekirin bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike.

Selvî diyar kir ku li Enqereyê trafîkeke dîplomatîk a giran heye û MÎT, Serokê Meclîsê û heyeta Îmraliyê bi awayekî hevdemî li ser pêvajoyê dixebitin.

Li gorî Selvî, piştî pejirandina yasayê, mekanîzmayên danîna çekan û pergala piştrastkirinê dê bikevin meriyetê û pêvajo dê ber bi armancên xwe ve bi gavên xurt pêşve biçe.

Selvî herwiha nivîsand ku tê gotin Abdullah Öcalan di pêvajoyê de roleke avaker heye û wî destnîşan kiriye ku ji ber şert û mercên herêmê pêdivî ye ku pêvajo bê derengî were bi dawîkirin.

Share this content:

Post Comment