ÇAKIR: DI QONAXA YEKEM DE SIYASETWANÊN KURD ÊN LI EWROPAYÊ DIKARIN VEGERIN WELAT
Rojnamevan Ruşen Çakır got ku di çarçoveya yasa ku tê payînê vê mehê li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê were gotûbêjkirin de, di qonaxa yekem de vegera siyasetwanên Kurd ên li welatên Ewropayê dijîn bo Tirkiyeyê tê plan kirin.
Çakır, ku piştî hevpeyvîna xwe ya bi endamê rêveberiya PKK’ê Duran Kalkan re li Medyascope nirxandin kir, diyar kir ku siyasetvanên ku ji ber doz û lêpirsînên li dijî wan vekirî ne nikaribûn vegerin Tirkiyeyê, di nav mijarên pêşîn de cih digirin.
Wî got ku di qonaxa yekem de ew kesên ku berê wezîfeyên wek şaredar, parlementer an rêveberê partiyê kirine û niha li Ewropayê dijîn, dê pêşî vegerin Tirkiyeyê.
Li gorî Çakır, piraniya van kesan tê hêvîkirin ku dîsa beşdarî siyaseta qanûnî bibin û di pêvajoya nûavakirina DEM Partiyê de rol bistînin.
Çakır herwiha got ku di nav kesên ku tê hêvîkirin ji Ewropayê vegerin de siyasetvanên navdar jî hene, lê ji bo ku sedema spekulasyonan nebe, navên wan eşkere nekir.
Wî diyar kir ku sedema dayîna pêşîniyê ji siyasetvanên Ewropayê re ew e ku DEM Parti dibe ku ji nû ve were avakirin û navê wê jî were guhertin. Li gorî wî, kesên ku dê vegerin bi ezmûnên xwe dikarin di vê pêvajoyê de beşdarî girîng bikin.
Di heman demê de tê payîn ku çarçoveya yasa ya amadekirî heta dawiya vê mehê ji aliyê Meclîsê ve were pejirandin. Ji bo temamkirina vê pêvajoyê, demjimêra xebata TBMM’yê heta 31’ê Tîrmehê hate dirêjkirin.
Share this content:



Post Comment