SEKRETERÊ GIŞTÎ YÊ BM’Ê GUTERRES PIŞTÎ 17 SALAN DÊ BI SERDANEKE FERMÎ HERE SÛRÎYÊ
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (BM) Antonio Guterres dê vê hefteyê ji bo piştgirîkirina pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyê serdaneke fermî li welatê bike. Ev serdan dê bibe yekem serdana fermî ya Sekreterekî Giştî yê BM’ê piştî 17 salan li Sûriyê.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê BM’ê ji bo Sûriyê Claudio Cordone di civîna Encûmena Ewlehiyê ya BM’ê de ragihand ku Guterres li ser vexwendina hikûmeta Sûriyê dê vê hefteyê here welêt.
Li gorî bernameyê, tê payîn ku Guterres bi Serokkomarê Demkî Ahmed el-Şara, ku piştî derketina Beşşar Esad ji desthilatê di Kanûna Yekem 2024 de hate destnîşankirin, hevdîtinê bike. Tê payîn ku di civînan de pêvajoya derbasbûna siyasî, rewşa mirovahî û piştgiriya BM’ê ji bo Sûriyê bên nirxandin.
Di çarçoveya serdanê de, Guterres dê her weha bi rêxistinên jinan, saziyên civaka sivîl û nûnerên cûrbecûr yên civakê re hevdîtinan bike. Berpirsên BM’ê diyar kirin ku Sekreterê Giştî dê piştgiriya Neteweyên Yekbûyî ji gel û pêvajoya derbasbûna Sûriyê re dubare bike.
Her weha, tê plan kirin ku Guterres serdana hêzên Aştiyê yên BM’ê yên ku ji sala 1974’an ve li herêma tampon a Girên Golanê kar dikin jî bike.
Ev serdan yekem serdana fermî ya Sekreterekî Giştî yê BM’ê ye ku piştî serdana Ban Ki-moon di sala 2009’an de li Sûriyê tê kirin.
Share this content:



Post Comment