AMERÎKA Û EREBISTANA SIÛDÎ JI BO PEYMANEKE NÛKLEER A SIVÎL AMADEKARIYÊN DIKIN
Tê payîn ku rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê çarşemê peymaneke hevkariya nûkleer a sivîl bi Erebistana Siûdî re bi fermî ragihîne. Armanca vê peymanê ew e ku hevkariya stratejîk a di navbera herdu welatan de bihêztir bike û ji sektora nûkleer a Amerîkayê re milyaran dolarî feydeya aborî peyda bike.
Li gorî agahiyên ku di medyaya Amerîkayê de hatine weşandin, peymanê ku ji aliyê rêveberiya Donald Trump ve hatiye amadekirin, hevkariya teknîkî û bazirganî ya ji bo pêşxistina bernameya nûkleer a sivîl a Erebistana Siûdî dihewîne.
Di pêşnûmeya peymanê de hate diyarkirin ku heke encamên xebatên fizîbîlîteyê erênî derkevin, dê pargîdaniyên Amerîkayî karibin li Erebistana Siûdî tesîsek zengînkirina uranyûmê ava bikin. Her weha tê gotin ku peyman dê bi dirêjahiya 30 salan derbasdar be.
Ev peyman ji aliyê hin endamên Komaraxwaz û Demokrat di Kongreya Amerîkayê de û her weha ji aliyê hin berpirsên Îsraîlî ve tê rexnekirin. Rexnegiran dibêjin ku bernameya nûkleer a sivîl a Erebistana Siûdî dikare di pêşerojê de bibe bingehek ji bo pêşxistina çekên nûkleer.
Tê payîn ku peyman di rojên pêş de ji Kongreya Amerîkayê re were pêşkêşkirin, lê ji bo ketina meriyetê hewcehiya pejirandina Kongreyê tune ye.
Di heman demê de, amadekariyên vê peymanê di demeke de tên kirin ku tengehiya di navbera Amerîka û Îranê de ji nû ve bilind bûye. Husiyên Yemenê yên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin jî ragihandine ku li dijî Erebistana Siûdî dorpêça deryayî dest pê kiriye. Tê gotin ku ev pêşveçûn dikare bandorê li ser agirbestê ya Yemenê bike.
Share this content:



Post Comment