HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎ NASNAMEYA ENDAMEKÎ XWE YÊ LI HESEKÊ JIYANÊ XWE LI DEST DA DIYAR KIR

HÊZÊN EWLEHIYA HUNDIRÎ NASNAMEYA ENDAMEKÎ XWE YÊ LI HESEKÊ JIYANÊ XWE LI DEST DA DIYAR KIR

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirî ya Parêzgeha Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamê wan Xidir Simayıla, ku piştî demeke dirêj a dermankirina nexweşiya penceşêrê di 20’ê Tîrmeha 2026’an de jiyana xwe ji dest da, nasnameya wî bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Xidir Simayıla tevî nexweşiya xwe ji erkên xwe dûr neket û di dema dermankirinê de jî xebatên xwe domand. Hat diyarkirin ku ji roja ku ew beşdarî Hêzên Ewlehiya Hundirî bûye, bi rêkûpêkî, berpirsiyarî û fedakariyê kar kiriye û wekî yek ji endamên pêşîn ên hêzan li herêmê bûye nimûneyek ji bo gel.

Fermandariyê her weha got ku Simayıla tevî ku ji gundê xwe koçber bû, ji erk û karê xwe venekişiya û heta dawiyê rêya têkoşînê domand.

Di daxuyaniyê de agahiyên nasnameya wî jî hatin belavkirin. Li gorî vê agahiyê, Xidir Simayıla di 1’ê Çileya 1982’an de li Hesekê ji dayik bû. Navê dayika wî Neime û navê bavê wî Hasan bû. Ew di sala 2020’an de beşdarî Hêzên Ewlehiya Hundirî bû û di 20’ê Tîrmeha 2026’an de li Hesekê jiyana xwe ji dest da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirî ya Parêzgeha Hesekê di dawiya daxuyaniyê de sersaxiyê ji malbata Xidir Simayıla û hemû nêzîkên wî re xwest û soz da ku ji bo ewlehiya herêmê û aramiya gel xebatên xwe bidomînin.

Share this content:

Post Comment