AMERÎKA: MESREFÊN ŞERÊ ÎRANÊ GIHÎŞTIN 37,5 MILYAR DOLARAN

AMERÎKA: MESREFÊN ŞERÊ ÎRANÊ GIHÎŞTIN 37,5 MILYAR DOLARAN

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî Pete Hegseth ragihand ku mesrefa şerê ku bi Îranê re didome heta niha gihîştiye 37,5 milyar dolaran. Hegseth di civîna Senatoyê de got ku ji bo domandina şer û projeyên parastinê, daxwaza 67 milyar dolarî ya Pentagonê pêdiviyek lezgîn e.

Hegseth diyar kir ku ev hesab hin mesrefên ku heta dawiya Îlonê tê payîn jî dihewîne. Bi vî awayî, mesrefa şer li gorî texmîna berê ya 29 milyar dolaran nêzîkî ji sedî 30 zêde bûye.

Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Serokê Giştî yê Artêşa Amerîkayê Orgeneral Dan Caine gotin ku piraniya budceya zêde dê ji bo pergala parastina asmanî û fuzeyan ya “Golden Dome” ya Serok Donald Trump û projeyên din ên çekdanê were bikaranîn. Hegseth her weha got ku ev budce mesrefên avakirina nû ya baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn nagire nav xwe.

Di civîna Senatoyê de Senatora Demokrat Jeanne Shaheen got ku Wezareta Parastinê hîn jî 75 milyar dolar budceya ku nehatiye xerc kirin heye û rexne li daxwaza budceya nû kir. Wê got ku berî daxwaza pereyên nû divê budceya heyî were bikaranîn.

Di heman civînê de hin senatyorên Komarparêz jî daxwaza agahdariyên zêdetir li ser stratejiya rêveberiya Trump li Rojhilata Navîn kirin. Senatyor John Kennedy daxwaz kir ku rêveberî bersivên zelal li ser senaryoyên Hürmüzê bide. Lê Hegseth û Dan Caine li ser ihtîmala daxwaza pereya derbasbûnê ji aliyê Îranê ve ji keştiyan ti şîrove nekirin.

Share this content:

Post Comment