BI FERMANA SEROKWÊZÎR MESRUR BARZANÎ, BIHAYÊN BENZÎNÊ LI HERÊMA KURDISTANÊ HATIN SABÎTKIRIN
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermana Serokwezîr Mesrur Barzanî rêziknameyek nû ya bihayên sotemeniyê xist meriyetê. Wezareta Çavkaniyên Sirûştî bihayên herî zêde yên firotina benzîna normal, Muhassen û süper ragihand.
Li gorî biryara wezaretê, bihayê lîtreyek benzîna normal ya fermî ya ku ji aliyê Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ve tê dabînkirin 750 dînarên Iraqê hate diyarkirin. Her weha hate diyarkirin ku bihayê benzîna normal a bazirganî nikare ji 850 dînarên Iraqê zêdetir be.
Bi vê rêziknameya nû re, bihayê herî zêde yê benzîna Muhassen 1.000 dînarên Iraqê, û bihayê benzîna Süper jî 1.200 dînarên Iraqê hate sînordarkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hate diyarkirin ku benzîna normal, Muhassen û Süper divê li gorî standardên kalîteyê yên ku Wezareta Çavkaniyên Sirûştî destnîşan kiriye were pêşkêşkirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 20’ê Tîrmeha 2026’an de jî bihayê benzîna normal a fermî li 750 dînar û benzîna normal a bazirganî li 850 dînar sabît kiribû. Bi vê biryara dawî re, bihayên benzîna Muhassen û Süper jî cara yekem bi sînorê herî zêde hatin diyarkirin.
Di heman demê de, hin xwediyên stasyonên sotemeniyê gotin ku stokên heyî bi bihayên bilind kirîne û ger bihayên nû yekser bicîh bikin dê zirar bibînin.
Share this content:



Post Comment