ŞEHÎD ZİNAR SERÊKANIYÊ LI MERASIYA DAWÎ HAT SPARTIN AXÊ

ŞEHÎD ZİNAR SERÊKANIYÊ LI MERASIYA DAWÎ HAT SPARTIN AXÊ

Zinar Serêkaniyê, ku piştî kazaya trafîkê ya ku di 13ê Îlonê de pêk hat jiyana xwe ji dest da, bi beşdariya gelê Dirbêsiyê û Serêkaniyê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî ya li gundê Berkevirê bi merasimekê hat spartin axê.

Di merasima ji bo şehîd Zinar Serêkaniyê de endamên Hêzên Ewlehiya Navxweyî, nûnerên sazî û meclîsan, rêxistinên jinan û ciwanan û nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn.

Di merasimê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê, Xelîl Moro, axivî. Moro ji malbata Zinar Serêkaniyê re serxweşiyê xwest û diyar kir ku şehîd Zinar Serêkaniyê di tevahiya jiyana xwe de li dijî komployên li dijî gelan têkoşiya.

Piştî xwendina vesîkaya Şehîd Zinar Serêkaniyê, cenaze bi kilam û zîlgetan ve hat spartin Goristana Şehîd Rûstem Cûdî.

Share this content:

Post Comment