PJAK Û PARTIYA KOMUNÎSTA KURDISTANÊ-ÎRANÊ LI SER HEVKARIYA DEMOKRATÎK CIVÎN LI DAR XISTIN
Di 15’ê Gulanê 2026’an de di navbera Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Partiya Komunîsta Kurdistanê-Îranê de civîneke hevbeş hate lidarxistin. Di civînê de girîngiya xebata hevpar û hevkariya demokratîk di nav hêzên siyasî yên Kurd de hate xuyang kirin.
Aliyan pêşketinên siyasî yên Kurdistan û Îranê nirxandin û diyar kirin ku têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û mafên jinan dê bidome. Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku helwesta hevpar ji bo pêşvebirina têkoşîna demokratîk girîng e.
Ji aliyê Partiya Komunîsta Kurdistanê-Îranê ve Nîsan Odînyan û Esxer Kermî beşdarî civînê bûn, ji aliyê PJAKê ve jî Îbrahîm Elî Pûr û Ehwan Çiyako amade bûn. Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş hate weşandin û di wê de girîngiya beşdarbûna çalak a jinan di karên siyasî û civakî de hate xistin holê.
Aliyan herwiha diyar kirin ku divê hevkariya hevpar li dijî Komara Îslamî ya Îranê û opozîsyona rastgir were xurtkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herdu alî li ser pêşxistina têkiliyên hevbeş û domandina civînên hevpar gihiştine lihevkirinê.
Share this content:



Post Comment