BAHÇELÎ DERHEQÊ PÊVAJOYÊ DE PÊŞNIYAREKE NÛ KIR: “PÊWÎSTIYA REYABAZEKE NÛ HEYE”
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî (MHP) Devlet Bahçelî got ku pêvajoya ku bi navê “Tirkiyeya bê teror” tê gotin ketiye qonaxeke nû û ji bo berdewamkirina wê pêdiviya reyabazeke nû heye. Bahçelî pêşniyar kir ku rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan bi statuyeke nû, lê bi şertê domandina cezayê xwe, beşdarî vê pêvajoyê bibe.
Bahçelî di axaftina xwe ya ji bo rojnameya TÜRKGÜN de, careke din pêşniyara “Koordînatoriya Pêvajoya Aştiyê û Siyasîbûnê” anî ser ziman. Wî got ku Tirkiye ji qonaxeke girîng derbas dibe û şertên siyasî, hiqûqî û civakî ji bo serkeftina vê pêvajoyê amade ne.
Bahçelî diyar kir ku “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratiyê û Demokrasiyê” ya ku di Meclîsa Tirkiyeyê de hate avakirin, roleke girîng dilîze. Wî got: “Tirkiyeyeke demokratîktir, bihêztir û dewlemendtir daxwaza hevpar a hemûyan e. Tirkiyeya bê teror deriyê stratejîk ê gihiştina vê armancê ye.”
Serokê MHP’ê got ku di pêvajoyê de kêmasiyên ragihandinê hene û ji bo avakirina baweriya giştî pêdivî ye ku dezgehên dewletê roleke çalak bilîzin. Wî bal kişand ser avakirina mekanîzmayên ku pêvajoya çekdanînê rêve bibin û got ku divê rêziknameyên hiqûqî û îdarî jî werin amadekirin.
Bahçelî herwiha got ku pêkhatinên parçebûyî di nav rêxistinê de dikarin bibe sedema krizên nû. Ji ber vê yekê, pêdivî ye ku pêvajo ji navendekê were rêvebirin. Wî got ku beşdarbûna Abdullah Öcalan bi “statuyeke civakî ya guncaw” dikare pêvajoya çekdanîn û tasfiyeya rêxistinê hêsantir bike.
Wî da zanîn ku koordînatoriya pêşniyarkirî tenê ji bo çekdanîn û tasfiyeya PKK’ê dê xebitî û ev ne wateya nûneratiya Kurdan an jî daxwazên mafên etnîkî ye.
Share this content:



Post Comment