LI SAN DIEGO’YÊ ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ LI CAMIYÊ: 3 KES HATIN KUŞTIN

LI SAN DIEGO’YÊ ÊRÎŞEKE ÇEKDARÎ LI CAMIYÊ: 3 KES HATIN KUŞTIN

Li bajarê San Diego ya eyaleta Kalîforniyayê ya Amerîkayê êrîşeke çekdarî li ser camiyekê pêk hat û di encamê de 3 kes jiyana xwe ji dest da. Rayedar ragihandin ku du ciwanên 17 û 18 salî yên ku êrîş pêk anîn, piştî bûyerê xwe kuştin.

Êrîş di saetên sibehê de li Navenda Îslamî ya San Diego’yê pêk hat. Hate ragihandin ku di heman kompleksê de dibistanek ji bo zarokan jî heye. Di nav kesên ku jiyana xwe ji dest dane de parêzvanek ewlehiyê jî heye.

Serokê Polîsê San Diego’yê Scott Wahl got ku li gorî lêkolînên destpêkê, êrîş dikare bibe êrîşeke îslamofobîk û nefretê. Wahl diyar kir ku êrîşkaran berî bûyerê axaftinên nefretê bikar anîne.

Hat gotin ku tîmên polîsan çar deqîqe piştî agahdarkirinê gihîştine cihê bûyerê û êrîşkar di nav erebeyekê de mirî hatine dîtin. Rayedaran got ku ew bi çekan xwe kuştine.

Di dema êrîşê de zarokên ku di camiyê de bûn, bi awayekî ewle hatin derxistin. Herwiha hate diyarkirin ku destwerdana parêzvanê ewlehiyê rê li ber qetlîameke mezintir girtiye.

Li gorî daxuyaniya polîsan, yek ji êrîşkaran beriya bûyerê ji aliyê diya xwe ve wek “winda û meyla xwekujiyê heye” hate ragihandin. Hate gotin ku ciwan bi erebe û çekên diya xwe ji malê derketiye.

Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump êrîş wek “bûyerek tirsnak” binav kir, lê Walîyê Kalîforniyayê Gavin Newsom jî got: “Nefret li Kalîforniyayê cih nakeve.”

Di dema dawî de li Amerîkayê nîqaşên li ser çekdariya kesane û sûcên nefretê dîsa zêde bûne. Li gorî daneyên Gun Violence Archive, tenê di sala 2025’an de, ji bilî xwekujiyan, nêzîkî 15 hezar kes di encama tundiya çekdarî de jiyana xwe ji dest dane.

Share this content:

Post Comment