PEYAMA KNK’Ê JI BO ÇARŞEMA SOR: BIBE SEDÊ AŞTIYA DAIMÎ

PEYAMA KNK’Ê JI BO ÇARŞEMA SOR: BIBE SEDÊ AŞTIYA DAIMÎ

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi wesîleya Çarşema Sorê peyamek belav kir û vê cejnê pîroz kir, her weha daxwaz kir ku bibe sedemê aştî û hevaltîya daîmî di nav gelan de.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Çarşema Sor, ku di roja çarşemê ya yekem a Nîsanê de tê pîroz kirin, ji bo baweriya Êzidiyan girîngiyek mezin heye. Hat diyarkirin ku ev cejn ne tenê ji bo Êzidiyan e, lê ji bo hemû gelên Kurd û her wiha gelên herêmê jî maneya taybet heye.

KNK bal kişand ku pîrozbahîya cejnan di şertên azad û aram de, bi yekîtî û serkeftina civakî re girêdayî ye.

Di peyamê de hat gotin: “Îro Çarşema Sor e; ev cejna Kurdistanê ye. Êzidîtî yek ji kevintirîn baweriyên herêmê ye û ev cejn jî xwedî taybetmendiyên dînî, civakî û dîrokî ye.”

KNK diyar kir ku pîrozkirina vê cejnê bi awayekî rast li gorî maneya xwe, dikare beşdarî avakirina aştîya daîmî bike.

Di peyamê de, rewşa Êzidiyan li Şengal, Efrîn û Serêkaniyê jî hat xistin rojevê. Hat gotin ku li Şengalê hîn jî gef û metirsî bi temamî nehatine rakirin û li Efrîn û Serêkaniyê jî Êzidî hîn jî di bin tehdîdan de ne.

Her weha hat gotin ku Şengal herêmek taybet e ku piraniya niştecihên wê Êzidî Kurd in û ji ber vê yekê di dîrokê de her dem bûye hedef. Katliama DAÎŞ’ê li Şengalê jî wekî birînek kûr di bîra gel de maye.

KNK diyar kir ku hin hêz li Şengalê provokasyonan dikin da ku rêxistina xweserî lawaz bikin û gel bêparêz bihêlin. Li gorî daxuyaniyê, divê iradeya gelê Şengalê bingeh were girtin.

Di dawiyê de KNK gazî hemû kesan kir ku ji bo parastina civaka Êzidî berpirsiyarî bixin ser milên xwe û pêwîst e ku çareseriyên daîmî werin çêkirin.

Share this content:

Post Comment