YNK: GUHERTINA VALÎYÊ KERKÛKÊ ENCAMA LIHEVKETINEKE BERÊ YE
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) diyar kir ku guhertina valîtiya Kerkûkê encama lihevkirinekê ye ku du sal berê hatibû kirin. Gotarvanê YNK’yê Karwan Gezneyî li ser vê mijarê daxuyaniyek kir.
Di civîna Encûmena Parêzgehê Kerkûkê de, Mihemed Seman wekî valiyê nû hate hilbijartin. Beriya civînê, valiyê berê Rêbwar Teha û cîgirê wî yê yekem Yawiz Hemîd ji karên xwe îstifa kirin.
Di encama dengdanê de, Seman ku serokê Cephaya Tirkmenan e, ji bo valîtiyê hate hilbijartin.
Karwan Gezneyî got ku YNK partiyeke realist e û bi lihevkirinên xwe re dimîne. Ew got: “Ji me re tu post ne mîrasê siyasî ye ku her dem bimîne. Guhertina postan pêvajoyeke demokratîk e.”
Gezneyî her weha li ser boykota KDP’ê jî axivî û got: “Yên ku niha dijî vê guhertinê ne, çima dema ku Rêbwar Teha hate hilbijartin nehatin dengdanê? Heke ew dem bi me re lihevhatin, îro jî em dikaribûn bi hev re vê guhertinê bikin.”
Di dawiya gotinên xwe de, Gezneyî got ku ew bi vê lihevkirinê serbilind in û dê dem nîşan bide ka kî baş e û kî ne baş e.
Share this content:



Post Comment