LI SERÊKANİYÊ SIVÎLÊN KU DIXWAZIN VEDIGERIN HATIN HEDEF GIRTIN

LI SERÊKANİYÊ SIVÎLÊN KU DIXWAZIN VEDIGERIN HATIN HEDEF GIRTIN

Li derdora Serêkaniyê, sivîlên ku dixwestin vegerin malên xwe, bi gulebaranê hatin hedef girtin. Li gorî agahdariyên hatine girtin, niştecîhên gundê Erîşa yên ku berê hatibûn koçber kirin, vê sibehê li ser rêya Til Temir–Serêkaniyê hewl da ku vegerin.

Her çend rê vekirî bû jî, di dema ku komê sivîlan diçûn de, ji aliyê nuqteyek leşkerî ve li ser wan gulebaran hat kirin.

Di encama gulebaranê de panîkek mezin di nav gundiyan de derket, lê hîn jî agahdariyek rast li ser mirin an birîndarbûn tune ye.

Ev bûyer di şertên ewlehiyê yên qels ên herêmê de qewimî û tê gotin ku ev rewş rê li ber veger û normalbûna jiyanê digire.

Share this content:

Post Comment