PÊŞVEÇÛNEKE BALKEŞ DI GUHERTINA ESÎRAN DE: 3 ŞERVANÊN YPJ’YÊ YÊN KU ŞEHÎD HATIBÛN RAGIHANDIN DI NAV AZADKIRÎYAN DE DERKETIN
Di çarçoveya xebatên guhartina esîran yên ku li gorî Peymana 29’ê Çileyê tên meşandin de, îro 28 şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) hatin azadkirin. Di nav wan de sê şervanên ku berê hatibûn ragihandin ku jiyana xwe ji dest dane jî hebûn.
Li gorî agahiyên hatine eşkerekirin, Hêzil Arjîn (Şêrîn Izedîn), Awaz Çiya (Melek Ebdulqadir Bozan) û Solîn Rojhilat (Kajîn Seîd Ezîz) di nav şervanên hatine azadkirin de cih digirin.
Navên van sê şervanan di destpêka vê salê de ji aliyê Fermandariya Giştî ya YPJ’yê ve wek şehîd hatibûn ragihandin. Piştre li Qamişlo, Dêrik û Kobanê merasimên bîranîn û xatirxwestinê ji bo wan hatibûn lidarxistin.
Bi guhartina esîran a îroyîn re derket holê ku ev sê şervan sax in. Ev pêşveçûn di raya giştî de wek bûyereki balkêş hate nirxandin.
Heta niha li ser şert û mercên ku van şervanan tê de ketine esaretê an jî sedema ragihandina şehadeta wan, ti daxuyaniya fermî nehatiye kirin.
Tê payîn ku saziyên têkildar di rojên pêş de li ser vê mijarê agahiyên berfirehtir bidin. Di heman demê de hat ragihandin ku şervanên hatine azadkirin ji aliyê malbat û xizmên xwe ve bi kêfxweşî hatine pêşwazîkirin.
Share this content:



Post Comment