ÎRAN: SERFERMANDARIYA FÎLOYA PÊNCEMÎN A AMERÎKAYÊ LI BEHREYNÊ HATE HEDEFGIRTIN
Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandin ku Serfermandariya Fîloya Pêncemîn a Amerîkayê li Behreynê û hin cihên leşkerî yên Amerîkayê li herêmê bi fuzeyan û balafirên bêmirov (İHA) hatine hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev êrîş wek bersiva operasyonên Amerîkayê li dijî Girava Keşmê hatine kirin. Pasdarên Şoreşê herwiha îdia kirin ku Amerîka di şevê de li nêzîkî Tengava Hurmuzê tankerek petrolê ya Îranê bi fuzeyan hedef girtiye.
Li gorî daxuyaniyê, piştî van bûyeran keştiya Panaya ku tê gotin bi Amerîka û Îsraîlê re têkildar e, ji aliyê hêzên deryayî yên Îranê ve bi fuzeyan hate hedefgirtin.
Îranê diyar kir ku hêzên Amerîkayê paşê li başûrê Girava Keşmê li ser kuleyeke ragihandinê ya girêdayî Pasdarên Şoreşê êrîşeke hewayî pêk anîn. Li pey vê yekê gelek bingehên leşkerî yên Amerîkayê û Serfermandariya Fîloya Pêncemîn a li Behreynê bi fuzeyan û İHA’yan hatin hedefgirtin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku berê jî li hember her êrîşekê bersiveke girantir were dayîn û hate dubarekirin ku têkçûna ewlehiya Tengava Hurmuzê dê ji bo Amerîkayê bihayek giran hebe.
Di heman demê de medyayên Îranê ragihandin ku li dora Girava Keşmê dengên teqînan hatine bihîstin. Piştî van nûçeyan, artêşa Kuweytê jî ragihand ku axa welêt rastî êrîşên fuzeyan û balafirên bêmirov hatiye.
Di aliyekî din de, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berê ragihandibû ku Îranê tankerek petrolê ku ber bi Girava Harkê ve diçû bi fuzeyan hedef girtiye.
Daxuyaniyên dijberî yên her du aliyan nîşan didin ku gerilîma leşkerî li Tengava Hurmuzê û Herêma Kendavê berdewam dike û dibe ku qonaxeke nû dest pê bike.
Share this content:



Post Comment