CENTCOM: ÊRÎŞA BI İHA’YAN LI DIJÎ HÊZÊN AMERÎKAYÊ LI KUWEYTÊ HAT ASTENGKIRIN

CENTCOM: ÊRÎŞA BI İHA’YAN LI DIJÎ HÊZÊN AMERÎKAYÊ LI KUWEYTÊ HAT ASTENGKIRIN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Dewletên Yekbûyî (CENTCOM) ragihand ku êrîşa ku bi balafirên bêmirov (İHA) yên Îranê li dijî hêzên leşkerî yên Amerîkayê li Kuweytê hate kirin, bi ser neketiye.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, di şevê de pêleke nû ya êrîşên İHA’yan ku hêzên Amerîkayê li Kuweytê armanc dikirin hat tesbîtkirin. Daxuyanî diyar dike ku pergalên parastina asmanî yên Amerîkayê ketine nava kar û gelek balafirên bêmirov xistine derveyî kar.

Fermandariyê got ku di encama bûyerê de ne leşkerên Amerîkayê û ne jî tesîsên leşkerî zirar dîtine.

Di daxuyaniyeke din de CENTCOM îdiayên Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê yên ku dibêjin Serfermandariya Fîloya Pêncemîn a Amerîkayê li Behreynê û bingehek hewayî ya Amerîkayê bi fuzeyan û İHA’yan hatine hedefgirtin, red kir.

CENTCOM got ku van îdiyan rast nînin û ti êrîşek li dijî tesîsên leşkerî yên Amerîkayê li Behreynê nehatiye piştrastkirin.

Berê Hêzên Pasdarên Şoreşa Îranê ragihandibûn ku wek bersiva êrîşa Amerîkayê ya li Girava Keşmê, gelek bingehên leşkerî yên li Kuweytê ku hêzên Amerîkayê lê hene bi fuzeyan hatine hedefgirtin.

Herwiha Îranê îdia kiribû ku Serfermandariya Fîloya Pêncemîn a Amerîkayê li Behreynê jî bi fuzeyan û balafirên bêmirov hatine hedefgirtin.

Daxuyaniyên dijberî yên her du aliyan nîşan didin ku gerilîma leşkerî û şerê agahiyê li herêmê berdewam e û li ser encam û asta van êrîşan hîn jî cihê cudahiyê heye.

Share this content:

Post Comment