JI MALBATÊN ŞERVANÊN QSD’Ê BANGA AZADKIRINÊ

JI MALBATÊN ŞERVANÊN QSD’Ê BANGA AZADKIRINÊ

Malbatên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yên ku li cem Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê têne girtin, bi çalakiyên li Qamişlo û Amûdê pêk anîn daxwaza azadkirina xizmên xwe kirin.

Li Qamişloyê, malbat li çaralîya Sonî civiyan û wêneyên xizmên xwe yên esîr hatine girtin hilgirtin. Beşdarên çalakiyê bi sloganan daxwaza azadkirina lezgîn a şervanan kirin û xwestin ku şertên peymanên di navbera aliyan de hatine kirin bê kêmasî werin bicîhkirin.

Di heman demê de li Amûdê jî çalakiyeke wekhev hate lidarxistin. Li Meydana Jina Azad a Amûdê malbat, zarok û gelek welatî civiyan û bang li serbestberdana esîran kirin.

Di dema çalakiyê de beşdaran wêneyên esîran hilgirtin û pankartên ku li ser wan “Zarokên me berdin” û “Em zarokên xwe dixwazin” nivîsî bûn, hilgirtin.

Malbatan diyar kir ku xizmên wan demeke dirêj e ji azadiya xwe bêpar in û daxwaza lezgirtina pêvajoyê kirin.

Di daxuyaniyan de hate bîranîn ku li gorî peymana 29’ê Çileyê heta niha pênc komên esîran hatine azadkirin û dawî jî 28 şervanên YPJ azad bûne.

Malbatên esîran bang li aliyên têkildar kirin ku hemû şervanên ku hîn di esaretê de ne werin azadkirin û şertên peymanê bi tevahî werin bicîhkirin.

Share this content:

Post Comment