LI ROJAVAYÊ DAXWAZA VEGERANDINA NAVÊN DÎROKÎ YÊN CIHÊN KURDAN BERDEWAM E

LI ROJAVAYÊ DAXWAZA VEGERANDINA NAVÊN DÎROKÎ YÊN CIHÊN KURDAN BERDEWAM E

Li Rojavayê daxwaza vegerandina navên dîrokî yên bajar û gundên Kurdan ên ku di dema siyaseta Erebkirinê de hatibûn guhartin berdewam e. Kurd dibêjin ku tevî hilweşandina rejîma Baasê û guhertinên ku rêveberiya nû ragihandiye, navên rastîn ên cihanan hîn jî nayên vegerandin.

Di çarçoveya siyaseta Erebkirinê de, sedan navên gund û bajarên Kurdan bi navên erebî hatin guhertin. Kurd vê siyaseta wekî hewldaneke ji bo tunekirina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê dinirxînin û daxwaz dikin ku navên eslî bi awayekî fermî ji nû ve werin bikaranîn.

Di nav wan de navê Kobanê bo “Ayn el-Arab”, Dêrik bo “El-Malikiye”, Til Koçer bo “El-Yarubiye”, Girkê Legê bo “Mabede”, Tirbespî bo “El-Kahtaniye” û Şiyê bo “Şêx el-Hedîd” hate guhertin.

Herwiha li herêma Cizîrê gelek gundên Kurdan bi navên bajarên Iraq, Filistîn û Tûnisê hatin navandin. Navên wekî Kerbela, Necef, Hayfa, Gazze, Aden, Sebaa, El-Baas, Vahran, Ferezdek û El-Halidiyê li şûna navên dîrokî hatin bikaranîn.

Li Efrînê jî bi biryara jimare 158 a sala 1977’an navê 190 gundên Kurdan hate Erebkirin. Ev biryar yek ji berfirehtirîn siyaseta asîmîlasyonê ya li dijî Kurdan tê hesibandin.

Ji bo parastin û vegerandina navên dîrokî yên cihanan, li Kobanê çalakiyeke protestoyê tê çaverêkirin. Di heman demê de tê gotin ku li herêmên din ên Rojavayê heta niha bêdengî li ser vê mijarê berdewam e.

Share this content:

Post Comment