LI ÎRANÊ ÎDÎAYA TECRÎD Û QEDEXEYA TÊKILIYÊ LI SER GIRTIYÊN KURD

LI ÎRANÊ ÎDÎAYA TECRÎD Û QEDEXEYA TÊKILIYÊ LI SER GIRTIYÊN KURD

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku gelek welatiyên Kurd ên li Îranê hatine girtin demeke dirêj di hucreyên kesane de tên girtin û mafê civînên wan bi malbat û parêzeran re hatiye astengkirin. Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku ji hin kesên ku li bajarên cuda hatine girtin, heta niha agahî nayê wergirtin.

Li gorî agahiyên Torê, bira Selam Behramî û Serwer Behramî yên ji Merîwanê di 30’ê Adara 2026’an de li ser riya Riwanser–Kirmanşanê ji aliyê hêzên îstîxbaratê yên Îranê ve bi îdiaya “alîkariya partiyên Kurd” hatin girtin. Hate gotin ku ew nêzîkî du mehan e li Girtîgeha Dizılawa ya Kirmanşanê di hucreyên kesane de tên girtin û destûra civîna wan bi malbatê re nayê dayîn.

Di heman demê de hate ragihandin ku Siruş Kerîmî yê ji Kirmanşanê di 8’ê Çileya 2026’an de dema beşdarî protestoyekê bû hat girtin. Li gorî daxuyaniyê, ew jî li Girtîgeha Dizılawa di hucreya kesane de tê girtin, bi sûcdariya “şer li dijî dewletê” tê tawanbarkirin û mafê civîna bi malbat û parêzerê re ji destê wî hatiye standin.

Tora Mafên Mirovan herwiha ragihand ku Ebubekir Yusifî û Yunis Musapur yên ji Nelasê ya Serdeştê çar roj berê hatin girtin û veguhestin Girtîgeha Urmiyê, lê piştî girtinê tu agahî ji wan nehatiye wergirtin.

Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku Serdar Ustad û Mistefa Îbrahîmî yên ji Mehabadê di êrîşên li ser malên wan de hatin girtin û bo cihêkî nediyar hatin birin. Malbatên wan tevî hemû hewildanên xwe nekarîne agahî li ser rewş û cihê girtina wan bistînin.

Share this content:

Post Comment