KJK’Ê JI BO SELVÎ TEPE PEYAMEKE SERXWEŞIYÊ WEŞAND
Koordînasyona KJK’ê piştî ku dayika Sakîne Karakoçan (Gönül Tepe) û dayika şehîdê Selvî Tepe jiyana xwe ji dest da, peyameke serxweşiyê belav kir. Di peyamê de bal hate kişandin ser jiyana wê ya têkoşînê û berxwedanê, û serxweşî ji malbat û nêzîkên wê re hate xwestin.
KJK’ê di peyama xwe de ragihand ku bi xemgîniya mezin agahdar bûye ku Selvî Tepe rêwîtiya xwe ya dawî kiriye. Di serî de ji bo Sakîne Karakoçan û hemû endamên malbatê peyamên serxweşiyê hatin şandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Selvî Tepe yek ji wan dayikên fedakar bû ku ji bo doza azadiyê bedelên giran dane. Hate diyarkirin ku ew ji çanda Aleviyan ya li ser dadperwerî, hevparî û berxwedanê ava bûye û heta dawiyê van nirxan temsîl kiriye.
Peyamê diyar kir ku Selvî Tepe di hember zilmê de tu carî serî neda xwarê, bi serbilindî li pey şopa zarokên xwe meşiya û ku helwesta dayikan di her qonaxa têkoşînê de hêz da tevgera azadiyê.
KJK’ê herwiha got ku ew xwe berpirsiyar dibînin ku xewna hemû dayikan, bi taybetî dayikên şehîdan, bi jiyaneke azad, wekhev û dadmend bi cih bînin.
Di dawiya peyamê de ji malbata Selvî Tepe û gelê Kurdistanê re serxweşî hate xwestin û hate gotin ku bîranîna wê dê di têkoşînê de her tim bijî. Peyam bi van gotinan qediya: “Dayika me ya li ser rêya Heqê dimeşe, bila di ronahiyê de bimeşe. Devrî xo daîm vo!”
Share this content:



Post Comment