SEROK NEÇÎRVAN BARZANÎ BI BALYOZÊ FRANSAYÊ YÊ GÖREVA WÎ QEDIYAYÎ PATRICK DUREL RE CIVÎ

SEROK NEÇÎRVAN BARZANÎ BI BALYOZÊ FRANSAYÊ YÊ GÖREVA WÎ QEDIYAYÎ PATRICK DUREL RE CIVÎ

Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, Balyozê Fransayê li Iraqê Patrick Durel, ku dema wezîfeya wî bi dawî bûye, di çarçoveya serdana xatirxwestinê de pêşwazî kir. Di civînê de pêşxistina têkiliyên di navbera Hewlêr û Parîsê de û firehkirina hevkariya du aliyan hate nirxandin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Neçîrvan Barzanî di civîna ku êvara Çarşemê pêk hat de ji Patrick Durel re ji bo hewildanên wî yên pêşxistina têkiliyên di navbera Fransayê, Iraqê û Herêma Kurdistanê de spas kir û ji bo wezîfeya wî ya nû serkeftin xwest.

Patrick Durel jî ji aliyê xwe ve ji bo piştgiriya ku di dema wezîfeya xwe de ji Serok Neçîrvan Barzanî û dezgehên Herêma Kurdistanê wergirtiye spasî kir.

Durel herwiha piştrast kir ku Fransa dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bêtir pêş bixe û hevkariya hevpar di hemû waran de fireh bike.

Di vê serdana xatirxwestinê de Konsolosê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yann Braem jî amade bû.

Share this content:

Post Comment