SEROKÊ HEV-ERKÊ GIŞTÎ YÊ SYKP MERTCAN TİTİZ HAT GIRTIN

SEROKÊ HEV-ERKÊ GIŞTÎ YÊ SYKP MERTCAN TİTİZ HAT GIRTIN

Serokê Hev-Erkê Giştî yê Partiya Rizgarkirina Sosyalîst a Nû (SYKP), Mertcan Titiz, di çarçoveya lêpirsînekê de ku navenda wê Stenbol e, li ser malê xwe yê li Enqere operasyon hat kirin û hat girtin.

Li gorî agahiyên bidestketî, di çarçoveya lêpirsîna ku navenda wê Stenbol e, li mala Titiz a li Enqere serdegirtin hatiye kirin. Titiz di dema operasyonê de hatiye girtin. Heta niha daxuyaniyek fermî li ser sedema girtina wî nehatiye dayîn.

Hat zanîn ku Titiz li Midûriyeta Ewlekariyê ya Enqereyê tê ragirtin. Herwiha hate gotin ku li ser dosyaya lêpirsînê biryara veşartinê heye.

Share this content:

Post Comment