DEM PARTIYÊ BANGA PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ JI MECLÎSÊ RE KIR
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê, mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê wek gavek bingehîn ji bo aştiya civakî û veguhertina demokratîk pênase kir û bang li Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê û hemû saziyên îdarî û sivîl kir ku di vê mijarê de berpirsiyariyê bigirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya komîsyonê de hat gotin ku sala nû ya perwerde û hînkirinê di şert û mercên ku di wan de pirsgirêkên wek xizaniya zarokan, kêmasiya budceya perwerdehiyê, bazirgankirina perwerdehiyê, bikaranîna zarokan wek hêza kar û polîtîkayên cinsiyetparêz hene dest pê dike. Komîsyonê diyar kir ku yek ji gavên herî girîng ji bo çareserkirina van pirsgirêkan ew e ku mafê milyonên zarokan ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê bê parastin.
Komîsyonê bal kişand ser vê yekê ku li Tirkiyeyê milyonên zarokan, bi taybetî zarokên Kurd, bêyî ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bistînin dest bi jiyana xwe ya perwerdehiyê dikin. Li gorî komîsyonê, perwerdehiya bi zimanê dayikê şertê bingehîn e ku zarok bi nasname, ziman û çanda xwe wek kesekî azad pêş bikeve.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Tirkiye di van du salên dawiyê de di pêvajoyek girîng re derbas dibe. Hate diyarkirin ku Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk armanc dike ku hemû kes û civak bi mafên xwe yên ji dayikbûnê ve hene, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û bi rûmet, di nava rêzeke demokratîk de bi hev re bijîn.
Hat destnîşankirin ku ji bo avakirina hawîrdoreke demokratîk, piralî û wekhev, divê mafên ziman û çandên cuda bêne garantîkirin. Ji ber vê yekê, garantîkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi qanûn û destûra bingehîn, gaveke girîng ji bo aştiyê û veguhertina demokratîk e.
Komîsyonê diyar kir ku mafê dersa “hilbijartî” ya du saetan, ku îro heye, encama têkoşîna salên dirêj e û wek destkeftiyeke girîng tê dîtin. Lê komîsyonê bal kişand ser vê yekê ku armanca bingehîn divê zimanê dayikê bibe zimanê perwerdehiyê û ev maf bi awayekî domdar bê parastin.
Di daxuyaniyê de herwiha hate gotin ku di demên dawiyê de zext û êrîşên li ser saziyên zimanê Kurdî û kesên ku bi Kurdî diaxivin, her çend takekesî bin jî, derfetê didin provokasyonan. Hate diyarkirin ku pêşîgirtina li van kirdeyan û xurtkirina yekîtiya civakî û biratiyê tenê bi misogerkirina wekheviya rastîn di navbera zimanan de mimkun e.
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê diyar kir ku mafê zimanê dayikê civakan ji hev cuda nake, berevajî wan dixe nêzîkî hev û ew maf yek ji bingehên aştiya civakî û mafekî nayê veguhestin e.
Komîsyonê bang li Meclîsa Neteweyî ya Tirkiyeyê, saziyên îdarî û sivîl û hemû civakê kir ku ji bo naskirin û garantîkirina mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê berpirsiyariyeke dîrokî bigirin.
Share this content:



Post Comment