ÎLHAM EHMED: JI BO BÛYERÊN LI KOBANÊ KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ HAT AVAKIRIN
Hevseroka Beşa Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ragihand ku ji bo lêkolîna bûyerên vê dawiyê yên li Kobanê, bi taybetî jî bûyerên li girtîgehê, komîsyona lêkolînê hatiye avakirin.
Li Navenda Fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Kobanê, di navbera Îlham Ehmed, Cîgirê Waliyê Helebê Elî Henora û Rêveberê Ewlekariya Kobanê Mecîd El Dîn El Şêx de civînek pêk hat. Di civînê de pêşketinên dawiyê yên li bajêr û mijarên cuda yên derbarê rewşa ewlehî û îdarî hatin nirxandin.
Piştî civînê, Ehmed diyar kir ku ji bo lêkolîna bûyerên dawiyê yên li Kobanê û bi taybetî jî pêşketinên li Girtîgeha Kobanê, komîsyonek lêkolînê hatiye avakirin.
Ehmed bal kişand ser girîngiya girtina tedbîrên pêwîst û guncaw ji bo ku bûyerên bi vî rengî dîsa neyên dubarekirin û got divê bûyer bi hemû aliyên xwe ve bêne lêkolînkirin.
Ehmed serxweşiya xwe ji malbatên şehîdan re anî û ji birîndaran re jî daxwaza başbûna lezgîn kir. Wê herwiha bang li gelê Kobanê kir ku bi hest û hişyariya berpirsiyariyê beşdarî merasîma bi rê ve birina şehîdan bibin.
LI GIRTÎGEHA KOBANÊ 9 GIRTÎ JIYANÊN XWE JI DEST DAN
Di 11ê Îlonê de, piştî xwepêşandana ku ji bo protestokirina kuştina şervanê Wezareta Parastinê ya Sûriyê Sipan Hizni hat lidarxistin, tansiyon li bajêr zêde bû û gelek ciwan hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine parvekirin, dema ku hate xwestin girtîyên li Girtîgeha Kobanê ne ber bi girtîgehên Helebê ve bên şandin, li hundirê girtîgehê alozî derket. Di bûyerên ku li dûv re rû dan de 9 girtî jiyana xwe ji dest dan û 17 girtî jî birîndar bûn.
Tê payîn ku merasîma bi rê ve birina şehîdan îro li Goristana Şehîd Dicle ya li Kobanê bê lidarxistin.
Share this content:



Post Comment