LI IRAQÊ PÊVAJOYA BERHEVKIRINA ÇEKAN DI BIN KONTROLA DEWLETÊ DE DEST PÊ KIR
Axêverê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê, Sabah Numan, ragihand ku komîteya ku ji bo berhevkirina çekan di bin kontrola dewletê de hate avakirin dest bi xebatên xwe kiriye. Numan got ku ev biryar hemû komên çekdar yên derveyî Heşdî Şaabî digire nav xwe.
Li gorî daxuyaniyê, armanca bingehîn a hikûmetê ew e ku kontrola hemû çekan bide dest saziyên fermî û biryarên ewlehiyê tenê ji aliyê saziyên dewletê ve werin girtin.
Sabah Numan bal kişand ser berfirehiya biryarê û got ku hemû komên çekdar yên ne di nav Heşdî Şaabî de ne, mecbûr in li gorî vê biryarê hereket bikin.
Di çarçoveya vê pêvajoyê de divê hemû çek, cebilxane, amûrên leşkerî û karargehên komên çekdar bêne radestkirin saziyên fermî yên ewlehiyê.
Numan diyar kir ku ev komîte bi fermana Serfermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar hate avakirin û ew gavek girîng e ji bo yekgirtina siyaseta ewlehiyê ya welêt.
Wî herwiha got ku ji bo tevlêkirina komên çekdar di nav saziyên ewlehiyê de mekanîzmayeke taybet hate amadekirin û hemû qeyda çek û amûrên leşkerî dê di demeke kurt de bêne pêşkêşkirin komîteya navendî.
Di komîteya navendî de nûnerên Wezareta Berevaniyê, Wezareta Navxweyî, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Desteya Heşdî Şaabî cih digirin.
Li ser rewşa endamên van koman jî, Numan got ku mafên wan dê were parastin û ew ê di nav hêzên ewlehiyê de ji nû ve werin rêxistin û wek parçeyek ji hêzên fermî kar bikin.
Hikûmeta Iraqê vê gavê wek yek ji bingehên sereke yên xurtkirina ewlehiyê û destnîşankirina hukûmeta qanûnê dinirxîne.
Di heman demê de hat ragihandin ku komên wek Saraya es-Selam, Tabûrên Îmam Elî û Asaib Ehlilhak jî ragihandine ku ew ê bi vê biryarê re hevaheng bin û piştgirî bidin vê pêvajoyê.
Share this content:



Post Comment