LI HEWLÊRÊ ÊRÎŞEKE FUZEYÎ LI DIJÎ KARARGEHÊN KOMELA HATE KIRIN
Karargehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê (Komela) yên ku di Geliya Alane de, di nav sînorên Îdareya Serbixwe ya Soranê ya girêdayî Hewlêrê de ne, di şevê de rastî êrîşeke fuzeyî hatin.
Endamê Meclîsa Rêveberiya Komela, Emced Huseyn Penahî, ragihand ku êrîş di dor saet 23:00’an de pêk hatiye û du fuzeyan karargehên wan hedef girtine.
Penahî îdia kir ku li paş vê êrîşê hikûmeta Îranê heye û got ku ev bûyer beşek ji êrîşên domdar ên li dijî Komela ye.
Wî diyar kir ku di encama êrîşê de tu kes nehatiye kuştin an birîndarkirin, lê li karargehan zirara maddî çêbûye.
Penahî herwiha bal kişand ser zêdebûna êrîşên Îranê li dijî partiyên siyasî yên Kurd li Herêma Kurdistanê û got ku ji destpêka aloziya navbera Îranê û ABD û Îsraîlê ve, navend û bingehên wan zêdetirî 82 caran bi fuzeyan û balafirên bêmirov ên çekdar hatine hedefgirtin.
Heta niha ji aliyê desthilatdarên Îranê ve li ser vê bûyerê daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin.
Share this content:



Post Comment