ÎSRAÎL Û LUBNAN LI SER ATEŞBESEKE BI MERCAN HATIN LIHEV, HIZBULLAH RED KIR
Îsraîl û Lubnan bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî li ser ateşbeseke bi şert û mercan hatin lihevkirin. Lê belê, ketina meriyetê ya vê peymanê bi rawestandina tevahî ya şer û vekişîna hêzên Hizbullahê ji hin herêmên başûrê Lubnanê ve girêdayî ye.
Li gorî encamên gera çaremîn a danûstandinên ku li Washingtonê pêk hatin, ev lihevhatin qonaxeke nû ya hewildanên dîplomatîk e ku armanca wan gihîştina lihevhatineke berfireh e. Tê payîn ku her du alî di 22’ê Hezîranê de ji bo nîqaşkirina mijarên siyasî û ewlehiyê dîsa li hev bicivin.
Yek ji xalên sereke yên peymanê avakirina herêmên ewlehiyê yên ku dê tenê di bin kontrola artêşa Lubnanê de bin û hêzeke çekdar a ne-dewletî lê tunebe ye. Sepandina ateşbesê jî bi rawestandina tevgerên leşkerî yên Hizbullahê û vekişîna şervanên wê ji van herêman ve girêdayî ye.
Ev pêşveçûn piştî daxuyaniya Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump hat ku gotibû dixwaze dosyeya Îsraîl-Lubnan ji aloziya navbera Amerîka û Îranê cuda bibîne. Lê Îran hêj jî bawer e ku her du alozî bi hev ve girêdayî ne.
Rayedarên Hizbullahê jî ragihandin ku ew ê ateşbeseke sînorkirî qebûl nekin û bi şertên peymanê razî nînin.
Di heman demê de şer li qada operasyonan berdewam dike. Hêzên Hizbullahê û Îsraîlê êrîşên dijberî didomînin û artêşa Îsraîlê gelek herêmên başûrê Lubnanê bombebaran kiriye.
Li gorî çavkaniyên Lubnanî, di êrîşên dawî de herî kêm neh kes jiyana xwe ji dest dane. Herwiha tîmên tenduristî û alîkariyê jî hatine hedefgirtin û di êrîşeke li ser ambulansê de du karmendên alîkariyê hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê di heman demê de operasyonên xwe yên bejayî li başûrê Lubnanê berfireh kirine û tê gotin ku yek ji êrîşên hewayî yên herî giran ên salên dawî didomîne.
Gerilîma leşkerî ya li herêmê û şerên berdewam pirsgirêkên nû li ser şiyana sepandina vê ateşbesê derxistine holê.
Share this content:



Post Comment