GOTÛBÊJÊN TAHRAN-WASHINGTON DEST PÊ DIKIN: ÎSRAÎL ATEŞKESÊ DIBÎJE
Piştî ku di navbera Amerîka û Îranê de ateşkesa 2 hefteyan dest pê kir, êrîşên tund ên Îsraîl li ser Lubnanê balansên herêmê dîsa têk şikandin.
Tenê yek roj piştî destpêka ateşkesê, Îsraîl bi bombardimanên berfireh li ser Beyrût û herêmên başûr û Bekaa êrîş kir.
Di encama van êrîşan de, li gor Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê 182 kes mirin, lê tîmên Parastina Sivîl gotin ku ev hejmar gihîşt 254.
Hizbullah ev êrîş wekî “binpêkirina ateşkesê” binav kir û bersiv da.
Neteweyên Yekbûyî jî hişyarî da û got ku berdewamîya çalakiyên leşkerî li Lubnanê metirsiyek girîng e ji bo aştiya herêmê.
Îran ragihand ku tevî êrîşan jî dê gotûbêjên dîplomatîk bidomînin û heyeta xwe bişîne Îslamabadê.
Pakîstan ji bo vê gotûbêjên girîng li paytextê Îslamabadê tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.
Trump jî ragihand ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê dê li herêmê bimînin û ger rêkeftin bişikê, êrîşên tundtir dê ji nû ve dest pê bikin.
Di dawiyê de, nakokiya herî mezin li ser Lubnanê ye; Amerîka dibêje ev beşek ji ateşkesê nîne, lê Îran dibêje ku şertê bingehîn e.
Macron jî diyar kir ku bêyî Lubnanê, ateşkesek domdar pêk nayê.
Share this content:



Post Comment