PIŞTÎ 33 SALAN HAT AZADKIRIN: ABDULMECÎT YÜKSEKBAĞ LI SÊRTÊ BI GIRANÎ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

PIŞTÎ 33 SALAN HAT AZADKIRIN: ABDULMECÎT YÜKSEKBAĞ LI SÊRTÊ BI GIRANÎ HATE PÊŞWAZÎKIRIN

Abdulmecît Yüksekbağ, ku di sala 1993’an de li Sêrtê hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ve bi cezayê zindana heta dawiyê hate cezakirin, piştî 33 salan tê girtinê hat azad kirin.

Di 8’ê Nîsanê Çarşemê de ji zindanê derket û ber bi welatê xwe ve çû. Li beldeya Comanîyê (Atabağ) ya girêdayî bi Hawêl (Baykan)ê, ji aliyê gel ve bi giranî hate pêşwazîkirin.

Di pêşwazîkirinê de endamên TUAY-DER, nûnerên partiyên siyasî, malbata wî û gelek welatî beşdar bûn.

Yüksekbağ di Mijdara 1993’an de hate girtin û di 33 salên girtîgehê de li zindanên cuda hat guhertin. Wî li ser rêza Êlih, Xarpêt, Semsûr, Riha û dawiyê li Erzinganê hat girtin.

Share this content:

Post Comment