AXIVKARÊ PJAK’Ê RÊWAR AVDANAN: KURDÊNÊ DÊ DI HER REWŞEYÊ DE TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

AXIVKARÊ PJAK’Ê RÊWAR AVDANAN: KURDÊNÊ DÊ DI HER REWŞEYÊ DE TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN

Axivkarê Partiya Jiyana Azad (PJAK) Rêwar Avdanan di derbarê ateşkesa navbera Îran û Amerîkayê de got ku têkoşîna Kurdan ji bo azadî, wekhevî û xweserî di her şert û mercan de dê berdewam be.

Avdanan diyar kir ku piştî şerê tund ê 40 rojan, ateşkesa 15 rojan hat ragihandin û pêşeroja wê girêdayî ye bi muzakereyên ku di navbera Amerîka û Îranê de dê ji nû ve dest pê bikin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku ateşkes dikare tenê demeke kurt a bêhna girtinê be û ger alî negihîjin li hev, şer dikare ji nû ve dest pê bike û zêdetir tund bibe.

Avdanan got ku rewşa nû ya Îranê dê bandorê mezin li ser balansên herêmê bike û ne Îran dê wekî berê bimîne û ne jî balansên Rojhilata Navîn dê vegerin rewşa berê.

Wî her weha amaje kir ku krizên navxweyî yên Îranê kûrtir bûne û ger hikûmet ev ateşkes wekî derfetê bikar bîne ji bo zêdekirina zordariyê li ser neteweyan, bi taybetî li ser Kurdan, dê ev kriz zêdetir kûr bibe.

Avdanan di dawiyê de got: “Têkoşîna demokratîk a Kurdan û gelên din ên Îranê dê bi hemû hêza xwe berdewam be. Çimkî azadî, demokrasî û wekhevî nirxên ne ku bêne firotin an jî ji wan were dest berdan.”

Wî her weha got ku Kurd di avakirina Rojhilata Navîn a pêşerojê de rola stratejîk hene û divê hemû hêzên herêmî û cîhanî vê rastiyê qebûl bikin.

Share this content:

Post Comment