CIVÎNA DESTPÊKÊ YA DEMA 6’AN A PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ DEST PÊ KIR

CIVÎNA DESTPÊKÊ YA DEMA 6’AN A PARLAMENTOYA HERÊMA KURDISTANÊ DEST PÊ KIR

Civîna yekem a dema 6’an a Parlamentoya Herêma Kurdistanê, piştî ku bi beşdariya 53 parlamenteran hejmara pêwîst a ji bo lidarxistina civînê hate temamkirin, dest pê kir. Di civînê de KDP û hin parlamenter amade bûn, lê YNK beşdarî civînê nebû.

Ji bo ku civîna yekem ji aliyê hiqûqî ve bigihîje hejmara pêwîst, hin parlamenter çûn avahiya parlamentoyê. Piştî ku hejmara pêwîst hate temamkirin, civîn dest pê kir.

Ji ber ku Mihemed Silêman ji Tevgera Nifşê Nû û Azad Mihemedemîn ji YNK’ê di rûniştinê de amade nebûn, endama herî temenmezin a parlamentoyê, Semîra Hesen a ji KDP’ê, serokatiya civînê dike.

NAMZEDÊN DÎWANA SEROKATIYÊ HATIN DIYARKIRIN

Di civîna ku YNK beşdarî wê nebû de, ji bo postên Serokê Parlamentoyê, Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Sekreterê Parlamentoyê namzed hatin diyarkirin.

Navên namzedan wiha ne:

  • Serokê Parlamentoyê: Vala Ferîd, Şalaw Kosret, Kurdewan Cemal, Niyan Mihemed
  • Cîgirê Serokê Parlamentoyê: Ramî Nûrî, Umêd Elî, Ednan Hesen, Azad Mihemedemîn
  • Sekreterê Parlamentoyê: Muna Qehweçî, Şilêr Xefûr, Şîrîn Yûnis, Sewsen Kakemend, Nejdet Nûrî

Di civîna yekem a parlamentoyê de hilbijartina Serokê Parlamentoyê dê bibe mijara pêşîn a rojevê.

YNK’Ê LI DIJÎ CIVÎNÊ DERKETIBÛ

Fraksiyona KDP’ê û Partiya Reformê ya Tirkmenan di daxuyaniyeke hevpar a ku duh weşandibûn de bang li hemû parlamenteran kiribûn ku beşdarî civîna îro bibin. Lê Dîwana Serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku 43 parlamenteran ji bo civînê îmze kirine, lê ji ber ku hejmara pêwîst nehatiye temamkirin, civîn nayê lidarxistin.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li dijî bangewaziya KDP’ê ya ji bo civînê derketibû û gotibû ku ev rûniştin li dijî qanûnê ye. Di daxuyaniya YNK’ê de wiha hatibû gotin: “Ji ber girêdana me ya kûr bi prensîbên serweriya qanûnê û lihevhatina neteweyî re, em bawer dikin ku ev civîn neqanûnî ye û hewldaneke ferzkirina îradeya aliyekî tenê ye.”

YNK’ê her wiha ragihandibû ku heke lihevhatina neteweyî pêk neyê û beşdariya hemû partiyên hatine hilbijartin di şert û mercên azad û demokratîk de neyê misoger kirin, dê tu parlamentoyek û hukûmetek ku piştî civînê pêk were nas neke.

Share this content:

Post Comment