MUHABIRÊ MA HAŞIM ABAK Û DU KESÊN DIN HATIN BINÇAVKIRIN
Muhabirê Ajansa Mezopotamya (MA), Haşim Abak, bi du kesên din re li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat binçavkirin.
Duh şevê, dema ku Abak bi wesayîta xwe li ser Rêya Îpekyolê dimeşiya, wesayîta wî hate rawestandin. Abak, rojnamevanê MA, û kesên din ên di wesayîtê de, Necla Özgezer û H.T. ya 16 salî, hatin binçavkirin.
Her sê kesên hatin binçavkirin, di saetên sibehê de birin Midûriyeta Ewlekariya Giştî ya Mêrdînê. Tê payîn ku îfadeyên Abak û kesên din ên bi wî re di nava rojê de li Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê (TEM) bêne girtin.
Share this content:



Post Comment