HATIMOĞULLARI: DIVÊ WATEYA SIYASÎ YA CIHÊ NÛ YÊ LI ÎMRALIYÊ BÊ XURTLANDIN
Hevseroka Giştî ya Partiya DEMê Tülay Hatimoğulları diyar kir ku divê konaxa nû ya li Îmraliyê ji bo Önder Apo hatiye amadekirin, wateya derbasbûna ji zindana kevin bo zindaneke din nede. Hatimoğulları tekez kir ku divê fonksiyona siyasî ya vê cihê bê xurtkirin û got ku Ocalan vê derê wekî cihê xebatê yê ku dê Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê lê bimeşîne, dibîne.
Tülay Hatimoğulları diyar kir ku divê konaxa nû tenê wekî guherîna cihê fizîkî neyê nirxandin û got ku helwesta Önder Apo ya di vê mijarê de eşkere ye.
Hatimoğulları got: “Helwesta Birêz Ocalan zelal e. Ew vê derê wekî cihê xebatê yê ku dê Koordînasyona Aştî û Siyasîbûnê lê bimeşîne, dibîne.”
Hatimoğulları bal kişand ser vê yekê ku divê ev cih li gorî vê armancê fonksiyonekê bi dest bixe û wateya wî ya siyasî bê xurtkirin.
Share this content:



Post Comment