DAYIKÊN AŞTIYÊ DAXWAZA CIVÎNA BI ÖNDER APO RE GIHANDIN WEZARETA DADÊ

DAYIKÊN AŞTIYÊ DAXWAZA CIVÎNA BI ÖNDER APO RE GIHANDIN WEZARETA DADÊ

Dayikên Aştiyê yên bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Önder Apo û avêtina gavên pratîk di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatin Enqereyê, bi Wezîrê Dadê Akın Gürlek re civiyan. Di civînê de wan daxwaza xwe ya hevdîtinê bi Önder Apo re dubare kir.

Dayikên Aştiyê Peyruze Kurt, Adalet Çay û Hidayet Demir, yên ji gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatibûn Enqereyê, li Wezareta Dadê bi Akın Gürlek re hevdîtin kirin.

Di civînê de dayikan derbarê gavên pratîk ên divê ji bo çareseriyê bên avêtin, bi taybetî azadiya fîzîkî ya Önder Apo û berdana girtiyên siyasî, bi wezîr re nêrînên xwe parve kirin.

Dayikên Aştiyê dosyeyên ku bi kurdî û tirkî amade kiribûn radestî Wezîr Gürlek kirin û careke din daxwaza xwe ya hevdîtinê bi Önder Apo re anîn ziman.

Share this content:

Post Comment