DAYIKÊN AŞTIYÊ: BILA SOZA ‘OCAALAN BÊ MECLÎSÊ WERE Û AXIVÎ’ BÊ CÎH ANÎN
Dayikên Aştiyê yên ji bo “Şeva Aştiyê” ji Amedê çûn Enqereyê, bang li hemû aliyên têkildar kirin ku azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misoger kirin û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk were pêşxistin. Dayikan got: “Divê Rêber Apo ne li Îmraliyê, lê di nav gelê xwe de be. Yên ku gotine ‘Abdullah Ocalan were Meclîsê û biaxive’, divê soza xwe bi cih bînin.”
Dayikên Aştiyê dê li Enqereyê, ji bo balê bikşînin ser azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, çalakiya xwe ya du rojan bidomînin. Dayikên ku ji bo vê çalakiyê ji Amedê derketine rê, derbarê armanca çalakiya xwe û rewşa pêvajoyê de nirxandin kirin.
Dayikan diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk têkoşînek mezin dike û gotin ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê dewlet zû gavên berbiçav bavêje.
Dayikan bal kişand ser vê yekê ku divê Rêber Apo ne li Îmraliyê, lê di nav gelê xwe de be û azadiya wî ya fizîkî bê misoger kirin. Wan bang kir û got: “Ji bo vê yekê divê em têkoşînê mezintir bikin. Yên ku gotine ‘Abdullah Ocalan were Meclîsê û biaxive’, divê soza xwe bi cih bînin.”
Share this content:



Post Comment