DAYIKÊN AŞTIYÊ GIHÎŞTIN ENQEREYÊ
Ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misoger kirin, girtiyan bên berdan û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên pratîk bên avêtin, zêdetirî 300 endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên ji 24 bajarên cuda rabûbûn rê, gihîştin Enqereyê.
Dayikên Aştiyê yên gihîştin Enqereyê, li Navenda Giştî ya Partiya DEM a li herêma Balgatê kom bûn.
Dayikan dê ji bo ragihandina daxwazên xwe ji raya giştî re, li Parka Meclîsê daxuyaniyekê bidin. Piştî daxuyaniyê jî dê li Parka Kurtuluşê nobeta konê bidin destpêkirin.
Share this content:



Post Comment