DAXUYANIYA DEM PARTIYÊ DERBARÊ LIHEVHAATIYA BAJAR: ENCAMENÊN MECLÎSÊ YÊN ŞAREDARIYÊ DI BIN BANÊ PARTIYÊ DE KAR BIKIN

DAXUYANIYA DEM PARTIYÊ DERBARÊ LIHEVHAATIYA BAJAR: ENCAMENÊN MECLÎSÊ YÊN ŞAREDARIYÊ DI BIN BANÊ PARTIYÊ DE KAR BIKIN

Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ragihand ku endamên wê yên di çarçoveya “Lihevhatina Bajar” de wekî endamên meclîsên şaredariyan hatine hilbijartin, dê erkên xwe di bin banê DEM Partiyê de bidomînin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê ve hat parvekirin de hate bîrxistin ku DEM Partî di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an de, li gorî îradeya hevpar a gelên li metropolan dijîn, pêkhateyên bajar û hêzên demokrasiyê, bi stratejiya “Lihevhatina Bajar” beşdar bûbû. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di pêvajoya du sal û nîv a piştî hilbijartinan de, ku partiyên opozîsyonê serkeftineke dîrokî bi dest xistin, operasyonên berfireh li dijî rêveberiyên herêmî hatin kirin; gelek şaredarî hatin teslîmî kayyuman, şaredar hatin binçavkirin û girtin û hin şaredarî di encama van destwerdanan de destê xwe guherandin. Her wiha hate gotin ku di navbera partiyan de derbasbûn û îstîfakirin jî çêbûne.

ÎRADEYA KU LI SINDOQÊ DERKETIYE HOLÊ

DEM Partî ragihand ku wan hemû pêşketinên di vê demê de bi endamên meclîsên şaredariyan ên di çarçoveya Lihevhatina Bajar de hatibûn hilbijartin re nirxandine. Di civîna ku pêk hatiye de, endamên meclîsê îradeya xwe ya tevlîbûna DEM Partiyê anîne ziman. Hate gotin ku ev daxwaz ji aliyê Desteya Rêveberiya Navendî ve hatiye nirxandin û erênî hatiye dîtin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Lihevhatina Bajar ezmûneke hêja ye ku beşên cuda yên civakî û siyasî li dora armancên demokrasîya herêmî, beşdarbûn û rêveberiya hevpar a bajaran dicivîne. Hate gotin ku gel di hilbijartinan de bi awayekî eşkere îradeya xwe ya ji bo rêvebirina bajaran bi awayekî hevpar, demokratîk û beşdarî nîşan daye. DEM Partî diyar kir ku rêzgirtina ji vê îradeyê dê di gava îro de jî were parastin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hiqûqa hevpar a di çarçoveya Lihevhatina Bajar de hatiye avakirin û îradeya gel a ku di sindoqê de hatiye xuyakirin, dê ji bo wan girîng û mecbûrker bimîne.

EM Ê BERDEWAM BIKIN KU BERPIRSÎYARIYA XWE BÎNIN CÎH

DEM Partî ragihand ku dê xebatên xwe yên di meclîsên şaredariyan de li gorî hewcedariyên bajaran, demokrasîya herêmî û têgihiştina rêveberiya zelal bidomîne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku endamên meclîsan, wekî ku ji roja hilbijartina xwe ve kirine, dê ji niha û pê ve jî bi têgihiştineke ku çareseriyên pirsgirêkên hevpar ên bajaran peyda dike, erkên xwe di bin banê partiyê de pêk bînin.

Partî diyar kir ku bi berçavgirtina têkiliyên ku li ser bingeha Lihevhatina Bajar hatine avakirin û berpirsiyariyên hevbeş, dê berdewam bike ku berpirsiyariya xwe li hember gelên Îstanbul û Mêrsînê bi cih bîne.

Share this content:

Post Comment

Kaçırmış Olabilirsiniz