BERÎ COP31’Ê LI ANTALYAYÊ SERÊ MALAN HATIN GIRTIN: 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Berî Konferansa Îklîmê ya COP31’ê ku dê di navbera 9-20’ê Mijdarê de li Antalyayê were lidarxistin, di serê sibehê de serî li malan hatin girtin û sê kes hatin binçavkirin.
Di nav kesên hatin binçavkirin de, Serokê Şaxa Tüm Bel-Sen a Antalyayê û Berdevkê Demkî yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Giştî (KESK) İlhan Karakurt, Rêveberê Şaxa Tüm Emekli-Sen a Antalyayê Mehmet Şerif Özdemir û Rêveberê Şaxa Antalyayê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Kazım Yiğit jî hene.
Hate hînbûn ku Karakurt, Özdemir û Yiğit, yên ku di serê sibehê de hatin binçavkirin, li Midûriyeta Ewlekariya Antalyayê tên ragirtin. Her wiha hate ragihandin ku li ser dosyaya lêkolînê biryara nepenîtiyê hatiye danîn.
Share this content:



Post Comment