GENEVIÈVE FRAISSE PIŞTGIRÎ DIDE BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A ÖNDER APO

GENEVIÈVE FRAISSE PIŞTGIRÎ DIDE BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK A ÖNDER APO

Feylesof û femînîsta Fransî û endama berê ya Parlamentoya Ewropayê Geneviève Fraisse piştgirîya xwe ji Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Öcalan re ragihand. Wê got ku nasname ne avahiyên rawestayî ne, lê pêvajoyên dîrokî û siyasî ne ku her dem diguherin û pêş dikevin.

Di peyama xwe ya ku di çarçoveya kampanyaya piştgiriya navneteweyî de hate belavkirin de, Fraisse diyar kir ku nasnameya Kurd di Mezopotamya û Anatoliyayê de di pêvajoyeke dîrokî de hatiye avakirin û îro jî bi diasporaya li Ewropayê û têkiliyên bi gelên din re pêş dikeve.

Wê got ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Öcalan, ku nasnameya Kurd ne wekî tiştekî veqetandî lê wekî beşek ji têkiliyên bi gelên din re dibîne, erênî ye. Li gorî wê, siyasetek wekhev û sînorborî ya di navbera gelên Kurd, Tirk, Ereb û Farisan de bi rastiya guherbar a nasnameyan re lihev tê.

Fraisse her weha got ku têkoşîna li dijî kolonîalîzm û neteweperestiyê divê bi perspektîfeke neteweborî û ne cudaxwaz were meşandin. Wê “Demokratik Entegrasyon”a ku Abdullah Öcalan pêşniyar dike di vê çarçoveyê de nirxand.

Di dawiya peyama xwe de, Fraisse hêvî kir ku hewildanên ji bo aştiyê bi serkeftin encam bidin.

Share this content:

Post Comment