HDKA: KAMPA DÊGELEYÊ BI DRON HATE ÊRÎŞKIRIN

HDKA: KAMPA DÊGELEYÊ BI DRON HATE ÊRÎŞKIRIN

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (HDKA) ragihand ku hêzên Îranê şeva borî bi dronê êrîş li Kampa Dêgeleyê ya li nêzî navçeya Koyê ya Hewlêrê kirine. Partiyê diyar kir ku di kampê de tenê malbatên hin endamên partiyê dijîn.

Di daxuyaniya HDKA’yê de hat gotin ku hêzên Îranê bi balafira bêmirov êrîş li Kampa Dêgeleyê kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di kampê de hêzên leşkerî tune ne û bi piranî malbat li wir dijîn.

Partiyê her weha got ku tevî şerê nêzîkî 40 rojî yê di navbera Îran û DYE de û agirbestê ku paşê hate ragihandin, Kampa Dêgeleyê gelek caran bûye armanca êrîşan.

HDKA îdia kir ku ji destpêka pevçûnên di navbera Îran û DYE/Îsraîl de heta niha, li kampa ku malbat lê dijîn û navendên tenduristî û perwerdehiyê bi giştî 139 êrîşên bi dron û fûzeyan hatine kirin.

Di derbarê zirar, birîndarbûn an windahiyên canî yên ji êrîşê derketine de heta niha agahiyeke fermî nehatiye belavkirin.

Share this content:

Post Comment