ROJNAMEYA KOMÎNAL HEJMARA TÎRMEHÊ BI PEYAMA ÖNDER APO BELAV KIR
Rojnameya Komînal hejmara Tîrmehê bi manşeta “Peyama Önder Apo ji Komînal re: Divê bibe hêza rêber a serdema nû” belav kir. Di vê hejmarê de, li gel peyama Abdullah Öcalan, gelek nivîsên li ser pêvajoya siyasî, muzakereya demokratîk, azadiya jinan û têkoşîna dîrokî jî cih digirin.
Abdullah Öcalan di peyama xwe de bal kişand ser wê yekê ku di serdema nû de tenê nîqaşên teorîk têr nakin. Wî got ku pêdivî bi xeteke weşanê heye ku di nav civakê de bersivê bibîne, rêbazên pratîk ên rêxistinê pêş bixe û di jiyanê de bandorê biafirîne.
Wî her weha diyar kir ku Komînal divê ne tenê organek teorîk be, lê di heman demê de di avakirina ideolojîk, siyasî û civakî ya serdema nû de roleke rêber bilîze.
Nivîskarê rojnameyê Halil Cemal di gotara xwe ya “Pêşeroja Tirkiyeyê çawa diguhere?” de girîngiya muzakereya demokratîk nîqaş kir û got ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê nexşeya rê û esasên sepandinê di navbera aliyan de werin diyarkirin.
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Öcalan, Duran Kalkan, di gotara “Niha dema Komara Demokratîk e” de pêvajoya siyasî ji gelek aliyan ve nirxand.
Endamê Meclîsa Rêveber a KCK’yê Mustafa Karasu jî bi bîranîna salvegera mirina Ali Haydar Kaytan gotara “Heval Fuat famkirin, Rêber Apo famkirin e!” nivîsand û li ser jiyan û têkoşîna Kaytan nirxandin kir.
Di hejmara Tîrmehê de her weha nivîsên Helin Ümit li ser azadiya jinan, Dilzar Dîlok li ser çalakiya Zîlanê, Muzaffer Ayata li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê û Cemal Şerik li ser têkoşîna azadiyê cih digirin. Li rûpela paşîn jî helbesta “Hey Dîrok” ya Ali Haydar Kaytan hatiye weşandin.
Share this content:



Post Comment